YPG: 74 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin kuştin

YPG`ê diyar kir ku di meha Îlonê de di encama çalakiyên şervanên wan li Efrînê 74 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin kuştin.

YPG: 74 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin kuştin
2 cotmeh, 2018   10:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenad Ragihandin û û Çapemeniyê ya YPG`ê bîlançoya meha Îlonê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkere kir.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker ku di her firsendê de li hember hebûna Sûriye ya demoqratik û Rojavayê Kurdistanê êrîşên xwe zêdetir kiriye. Bi çeteyên girêdayê xwe re li Efrînê li ser gelê me kiryarên xwe yên faşîzane didin berdewamkirin. Dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze bi guhertina demografiya Efrînê dagirkeriya xwe mayînde bike û armanc dike ku li wir vê yekê bike.

Kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wê di meha Îlonê de hêj zêdetir berdewam kiriye. Dewleta Tirk a dagirker ku li hember gelê me yê herêmê, revandin, fidye xwestin û îşkencekirin re hemû êrîşên xwe berdewam kiriye û di kiryarên xwe ya faşîzane de çavsor bûye. Li hember van êrîşan hêzên me YPG û YPJ`ê jî bi çalakiyên bi bandor derbeyên giran li dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wan xistiye. Li hember hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker li hemû sînorên Rojavayê Kurdistanê de bersivên herî bi rewa hatiye dayîn. Şerê berxwedana ya li hember dagirkeriyê de ku di meha Îlonê de pêş ketine berfirehiya wê wiha ye;

1. Hêzên me li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wan re bi giştî 38 çalakî lidar xistine. Di encama çalakiyên sabotaj, suîkast, serdegirtin û kemîn de;

- 74 leşkerên Tirk yên dagirker û çeteyên girêdayê wan hatiye kuştin. (ji van 11 kes leşkerên Tirk in û tevî serçeteyek bi giştî 63 jî çete hatine kuştin)

- 37 leşkerên Tirk yên dagirker û çeteyên girêdayê wan birîndar bûne. (ji van 6 kes leşkerên Tirk in û 31 jî çete ne.)

- Di encama çalakiyên ku hatine lidarxistin de 13 çekê AK-47 kaleşnîkof, 1 çekê MG-3 hatiye bidestxistin.

- Di encama çalakiyên me de dîsa 1 baregehek, 6 seyareyê leşkeri û 1 jî tangek bi tîpa T55 hatiye îmhakirin.

2. Artêşa Tirk a dagirker di meha Îlonê de jî sînoran binpê kiriye û vaya berdewam kiriye. Liser sînorên Kobanê, Serêkaniyê, Qamişlo û Girê Spî sivîlan kiriye hedef. Di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de 1 jê zarok 3 sivîl birîndar bûye. Dîsa cih û warên sivîlan, bax û bexçeyên sivîlan ziyana maddî dîtine.

3. Di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê a di pêşengiya Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) de ku 10’ê Îlonê bi dirûşma ‘Şerê Tunekirina Terorê’ de hat destpêkirin, hêzên me YPG û YPJ`ê di bin sîwana QSD’ê de cîhên xwe bi awayek çalak di pêngavê de girtiye. Pêngava ku rizgarkirina bajaroka Hecînê ku cîhê dawî di destê çeteyên DAIŞ’ê de maye û rizgarkirina sivîlan kiriye hedef de pêşveçûnek mezin heye. Di vê şerê berxwedanê de ku 20 rojê xwe li paş de hişt gelek xalên stratejîk, gund û bi sedan sivîl hatine rizgarkirin. Ev pêngav bi biryardariyek mezin berdewam dike. Ji ber ku encama şerê 20 rojan ji aliyê Navenda Ragihandina QSD’ê de hatiye parvekirin me di daxuyaniya xwe ya aşkerekirina bîlançoya meha Îlonê de berfireh parve nekiriye.

4. Di derbarê têkoşîna ku li hember DAIŞ’ê de hatiye dayîn 2 kesên biyanî ku ji bo DAIŞ’ê gelek girîng in, ji aliyê Yekîneyên Antî Teror (Y.A.T) ve bi saxî hatine girtin. Her wiha li ser gundên Qubbe û Ceddê yê girêdayî navçeya Şêxler ya ku dikeve başur-rojavayê Kobanê, di roja 19’ê Îlonê de bi operasyonên hevbeş yên hêzên me YPG, YPJ û yekîneyên Asayîşê, şaneyên razayî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ’ê hatin lidarxistin. Di encama operasyonên serkeftî de bi dehan çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ hatin girtin. Di encama lêgerînan de mîqdarek mezin amûrên teqemenî yên ku ji bo êrîşên bombeyî dihatin amadekirin, 2 çekên B-7 roketavêj û 10 gulleyên wê, 11 çekên AK-47 (kaleşnikof), 2 dûrbînên şevê, 4 dûrbînên roj, 14 telefon, 4 destik, 9 demançe û mermiyên wê, li gel cûr be cûr amûrên leşkerî û muhîmmat hatin desteserkirin.

5. Di meha Îlonê de 8 rêhevalên me di encama qeza û bi nexweşiyên giran de şehîd ketine.

Em weke hêzên YPG û YPJ`ê, di serî de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û li dijî ew kesên ku li hember destkeftiyên me yên şoreşê yên ku bi berdêlên mezin hatine bidestxistin di nav êrîşê de ne, wê têkoşîn û çalakiyên me yên bi bandor bidome.”