Gundên Şêrawa hîna jî dîroka xwe ya kevnar diparêzin

Navçeya Şêrawa mîna gelek deverên Rojava bi dîroka xwe ya kevnar navdar e. Ruxmî derbasbûna gelek serdeman jî, şêniyên navçeya Şêrawa gelek avahiyên kevn û amûrên kevnar diparêzin.

2 cotmeh, 2018   06:51

SOLÎN REŞÎD / EFRÎN

Dema mirov di nav gundên  navçeya Şêrawa de digere, gelek avahiyên kevnar bala mirov dikişînin. Şêniyên navçeyê tevî gelek pêşketinan di warê mîmariyê de jî ev avahî parastine.

Mînaka vê li gundê Ziyaretê tê dîtin. Li gund gelek avahiyên kevn ku dîroka wan vedigere 100 salên berê hene. Ji nav wan malan, yek jê mala Cuma Mihemed Hesen e. Hesen diyar kir ku dîroka mala wî vedigere 100 sal berê. Ev cureyên malan bi stûnên ku odeyan ji hev du cuda dikin, banê stûnên textî û bixareya li odeya mezin tên naskirin.

Li hewşa malê, mizrabeke ava baranê ku bi destan hatiye çêkirin, heye.

Mitbaxa van malan bi awayekî navtengzirav ku ronahiyê ji jor dixe hundirê mitbaxê hatiye avakirin. Her wiha pêxrîka amadekirina xwarinê jî lê heye. Qada malê jî ji bîrek û axûreke hesp û sewalan pêk tê.

Ji ber girîngiya malê ya dîrokî dîmenên du rêzefilmên Sûriyeyê bi navê Sahîl El-Elem û El-Ferarî lê hatin kişandin.

Parastina parçeyên dîrokî

Tevî parastina avahiyên dîrokî şêniyên navçeyê gelek parçeyên dîrokî ku bav û kalên wan bi kar dianîn parastine.

Welatiya bi navê Xedîce Xelîl Qasim a ku ji gundê Basûtê ye û piştî zewacê li gundê Ziyaretê bi cih bûye, gelek parçeyên dîrokî parastine. Xedîce destara qehwê, qufikên destan bi hemû cureyên xwe, dîbeka qehweyê, sifreya ji qişle, kûz, mikyala genim, miştika ji qişle û gelek alavên çandiniyê ku ji dar çêbûne û heta niha têne bikaranîn, diparêze.

Xedîce diyar kir ku bi parastina van alavan dixwazin nifşên nû bi astengiyên ku bav û kalên wan kişandine bidin naskirin ku hemû tişt bi destan dihatin çêkirin.

(şx)

ANHA