Artêşa Tirk kiryarên xwe yên hovane didomîne

Artêşa Tirk a dagirker sînorê di navbera Rojava û Bakur de yê kantona Girê Spî kir hedef. Di encamê de welatiyê bi navê Basil Xelef El-Elî birîndar bû.

Artêşa Tirk kiryarên xwe yên hovane didomîne
23 îlon, 2018   12:14

GIRÊ SPÎ

Artêşa Tirk a dagirker kiryarên xwe yên hovane der barê gelê Rojava de didomîne. Vê carê jî saet di 13:00`an de welatiyê bi navê Basim Xelef El-Elî (25) dema ku di nava zeviyên xwe yên li taxa El-Munbetih a bajarê Girê Spî dixebitî, kir hedef. Welatî ji lingê xwe birîndar bû.

Basim Xeleh El-Elî rakirin Nexweşxaneya El-Wetenî ya bajêr. Li gorî kadroyên tenduristiyê rewşa wî baş e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker rojane gundên Rojava yên li ser sînor dike hedef û guleyan bi ser welatiyan de direşîne. Beriya du rojan jî bi guleyan êrîşî gundê Xerab Kurt ê bajarê Qamişlo kirin. Di encamê de zarokê bi navê Abdullah Berzan birîndar bû. Abdullah ji bo dermankirinê û ji ber ku rewşa wî ne baş bû, rakirin nexweşxaneyên başûrê Kurdistanê.

(bx)

ANHA