Sersaxî ji malbata şehîd Canda re hate xwestin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê ji bo ku sersaxiyê ji malbata şehîd Canda Sosin (Rojîn Hemî) re bixwazin, berê xwe da navçeya Çelebiyê.

Sersaxî ji malbata şehîd Canda re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Canda re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Canda re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Canda re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Canda re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Canda re hate xwestin
23 îlon, 2018   12:05

KOBANÊ

Şehîd Canda Sosin (Rojîn Hemî) ku li çiyayên başûrê Kurdistanê di 23`yê Tîrmeha 2018’an de gihaşt asta şehadetê û cenazeyê wê li başûrê Kurdistanê hate veşartin, sersaxî ji malbatê wê re hat xwestin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ezîz Ereb sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: “Şehîd Canda canê xwe fedayî Kurdistanê kir, em jî wek QSD, YPG û YPJ soz didin şehîd Canda ku em ê heta dawiyê rêya wê û hemû şehîdên şoreşê bişopînin heta ku dagirkeriyê li ser xaka xwe tune dikin.

Her wiha li ser navê malbata şehîd Canda, Gerîla Jiyan axivî û wiha got: “Şehîd Canda ne şehîda yekemîn e û ne ya dawiyê ye û ez wek xwişka wê û rêhevala wê, ez pê serbilind im, ji ber ku  em Kurd pêwîst e bibin yek, ji bo ku em welatê xwe biparêzin û em ê her şehîdan bidin heta ku em digihîjin azadiya xwe.”

(hk)

 ANHA