Washingtonê ji bo Koreya Bakur û Îranê daxwaza civînê kir

Tê payîn ku Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di vê hefteyê de bicive û serokê Amerîkayê beşdarî civînê bibe da ku cezayên li ser Koreya Bakur hatine ferzkirin, pêk bîne û balê bikişîne ser mijara Îranê.

Washingtonê ji bo Koreya Bakur û Îranê daxwaza civînê kir
23 îlon, 2018   12:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Tê payîn ku roja pêncşemê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo serokatiya civîna Konseya Ewlehî ya Navneteweyî bike da ku mijara tawanbariyên "derew û keysbaziyê" yên di navbera Amerîka û Rûsyayê de sererast bike û cezayên li ser Koreya Bakur hatine erêkirin, pêk bînin.

Li gorî AFP'ê serokê Amerîkayê Donald Trump di sala borî de soz da ku dê Koreya Bakur bi temamî hilweşîne, eger Pyongyang êrîşekê pêk bîne. Lê îsal li rex hevdîtinên ku dibe di navbera wezîrên karên derve yên Amerîka û Koreya Bakur de pêk werin, lihevhatinek pêk were û heta niha valakirina nîvgirava Koreyê ji çekên nukleerî pêk nehatiye.

Hin çavkaniyên Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li rex Konseya Ewlehiyê ku rojane nakokî tê de derdikevin, nêrîna tu aliyekî tune ye ka serokê Amerîkayê dê çi bike û ne pêkan e helwesta wî were naskirin.

Sefîra Amerîkayê li ba Neteweyên Yekbîyî Nikki Haley diyar kir ku gavên biçûk ber bi aliyê rast ve tên avêtin. Haley destnîşan kir ku Konseya Ewlehiyê dê girîngiyeke baldar bide mijarê û Trump dê serokatiya civîna serokdewlet û hikumetan bike û dê balê bikişînin ser mijara Îranê.