Bi israra berxwedanê berê xwe dan dibistanan

Bi biryar û piştrastkirina berdewama Berxwedana Serdemê ya Efrînê dibistanên kantona Şehbayê deriyên xwe ji bêtirî 7 hezar û 500 xwendekarên Efrînê re vekirin.

Bi israra berxwedanê berê xwe dan dibistanan
Bi israra berxwedanê berê xwe dan dibistanan
Bi israra berxwedanê berê xwe dan dibistanan
Bi israra berxwedanê berê xwe dan dibistanan
Bi israra berxwedanê berê xwe dan dibistanan
Bi israra berxwedanê berê xwe dan dibistanan
Bi israra berxwedanê berê xwe dan dibistanan
Bi israra berxwedanê berê xwe dan dibistanan
23 îlon, 2018   11:52

ŞEHBA

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ev demek e dibistanên kantona Şehbayê amade dike û piştî ku xebatên xwe bi dawî kirin, komîteyê deriyên 29 dibistanên Şehbayê li pêşiya 7 hezar û 500 xwendekarên Efrînê vekirin.

Li gorî rayedaran komîteyê her wiha 944 mamoste ji bo perwerdekirina xwendekaran erkdar kirine. Komîteyê gelek dibistanên kantonê ku di demên şer de hatibûn xirabkirin, sererast kirin.

Komîteyê deriyê qeydkirinê di dibistanan de di 15'ê Îlonê de vekir. Li gorî endamên Rêveberiya Komîteya Perwredeyê qeydkirina xwendekaran di asteke gelekî baş de bû û endaman da zanîn ku heta niha 7 hezar û 500 xwendekar hatine qeydkirin.

Hejmareke xwendekaran kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku dê bi xwendina xwe beşdarî Berxwedana Serdemê ya Efrînê bibin û tu carî dest ji berxwedana xwe bernadin. Mihemed Muslim diyar kir ku artêşa dagirker a Tirkiyeyê ew ji xwendinê li kantona Efrînê bê par hiştin û wiha got: "Em ê xwendina xwe li kantona Şehbayê berdewam bikin û em tu carî serê xwe ji dagirkeran re natewînin."

Evîn Xelîl jî kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku ew tu car dest ji zimanê xwe yê zikmakî û çanda xwe bernadin û dê xwendina xwe li kantona Şehbayê berdewam bikin heta ku herêma Efrînê tê rizgarkirin.

Artêşa Tirk a dagirker bi hezaran xwendekarên kantona Efrînê ji xwendinê bê par hiştin, lê dîsa jî xwendekarên Efrînê bi israra berxwedanê îsal li kantona Şehbayê berê xwe didin dibistanan.

ANHA