'Ji bo parastina yekitiya ax û gelê Sûriyeyê rola mamosteyan sereke ye'

Konferansa damezirîner a Yekitiya Mamosteyan a Dêrazorê bi axaftinên der barê rewşa siyasî de dest pê kir. Di axaftinan de hate gotin ku rola mamosteyan di avakirina nifşekî nû yê ronakbîr û xwedî hişmendî li ser bingeha neteweya demokratîk de sereke ye da ku yekitiya ax û gelê Sûriyeyê were parastin.

'Ji bo parastina yekitiya ax û gelê Sûriyeyê rola mamosteyan sereke ye'
'Ji bo parastina yekitiya ax û gelê Sûriyeyê rola mamosteyan sereke ye'
'Ji bo parastina yekitiya ax û gelê Sûriyeyê rola mamosteyan sereke ye'
'Ji bo parastina yekitiya ax û gelê Sûriyeyê rola mamosteyan sereke ye'
23 îlon, 2018   11:48

DÊRAZOR

Konferansa Damezirîner a Yekitiya Mamosteyan a Dêrazorê bi dirûşma "Mamoste afirînerên hişmendî û embara zanistê ne" pêk hat. Di destpêkê de endamê serokatiya Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Hikmet Hebîb û endamê MSD'ê Receb El-Muşrêf rewşa siyasî ku herêm tê re derbas dibe, nirxand.

Hebîb di axaftina xwe de wiha got: "Ev konferans di rewşeke awarte ya aloziya Sûriyeyê de tê lidarixstin. Em gihîştine qonaxeke çespandina avakirina saziyan. Herêm bi rizgarkirina leşkerî azad nabe. Divê ji bo xwerizgarkirina ji zîhniyeta desthilatdar xebat bêne meşandin. Mamoste jî amûrên vê guhertinê ne û dikarin tovê fikra azad di nifşên nû de biçînin."

Hikmet Hebîb axaftina xwe wiha domand: "Rola mamosteyan di avakirina nifşên nû de sereke ye da ku yekitiya ax û gelê Sûriyeyê were parastin. Divê mamoste ji mezhebîbûnê û nîjadperestiyê dûr bikevin û baweriyê bi demokrasiyê bînin. Ji bo dûrketina ji radîkalbûnê xebat ji me hemûyan tê xwestin û bi taybet ji mamosteyan tê xwestin. Divê tovê fikra azad û demokrasiyê û biratiya gelan û jiyana hevbeş di nifşên nû de biçînin."

Girêdayî aloziya Sûriyeyê Hebîb da zanîn ku ji destpêka aloziyê ve gelek alî îdia dikin ku dikarin aloziyê çareser bikin û xwe bi aliyên derve ve girê dan û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Ne pêkan e bawerî bi wan were ji ber ku ajandeyên hêzên derve pêk dianîn û tu xizmet ji bo gelê Sûriyeyê nekirin, nemaze ji ber ku ew girêdayî hêzên derve bûn."

Hebîb da zanîn ku pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê pişta xwe daye hevgirtina pêkhateyan û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ava kirin û terorîst ji axa xwe qewitandin û rêveberiya xwe ya xweser ava kirin û hevgirtina pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê di bin banê nasnameya Sûriyeyê de xurt kirin.

Hebîb got ku ev dewletên ku xwe wek dostên Sûriyeyê bi nav dikin, wan bi xwe Sûriye ber bi hilweşandinê ve bir û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Hikumeta AKP'ê sînorên xwe li pêşiya terorîstên cîhanê vekir da ku derbasî Sûriyeyê bibin û behsa projeya parçebûna Bakurê Sûriyeyê kir. Tecrubeya me berovajî îdiaya wan îspat kir."

Paşê endamê Kordînasyona Giştî ya MSD'ê Receb El-Muşrêf axivî û diyar kir ku Sûriye rastî aloziyeke siyasetên dewletên mezin û dewletên herêmî tê ku ji bo berjewendiyên xwe di Sûriyeyê de tev digerin û aloziya Sûriyeyê dijwartir kirin.

El-Muşrêf diyar kir ku Idlib dîmena tevliheviyên herêmê rave dike û wiha got: "Tişta ku aloziya Sûriyeyê dijwartir kiriye dagirkeriya Tirkiyeyê di axa Sûriyeyê de ye û alîkariya wê bi komên terorîst re ye. Gelê Sûriyeyê tenê buhayê van siyasetên qirêjî dide. Ji ber vê yekê tê xwestin ku mamoste di aliyê fikrî û siyasî de bêne amadekirin da ku karibin bernameya azad bipejirînin û di avakirina welat û civakeke demokratîk de bi rola xwe rabin."

El-Muşrêf da zanîn ku ji mamosteyan tê xwestin ku di çareserkirina dozên siyasî, aborî û civakî de çalak bin. Nemaze ji ber ku mamoste pêşengên hişmendiya paşerojê ne û bi rêya mamosteyan nifş tên avakirin û wiha domand: "Em ji birayên xwe yên Yekitiya Mamsoteyan dixwazin ku ji mamosteyan re bibin alîkar û maf û daxwazên wan pêk bînin."

Çalakiyên konferansê bi xwendina rêziknameyê û nirxandina wê didome. Tê payîn ku eclîsa yekitiya mamosteyan a Dêrazorê were avakirin û rêziknameya wê piştî ku were nirxandin were erêkirin û encamnameya konferansê were xwendin.

ANHA