Konê sersaxiya ji bo Îbrahîm Ayhan li Kobanê tê vegirtin

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Kobanê Bêrîvan Hesen got ku ew amadekariya vegirtina konê sersaxiyê ji bo parlamenterê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a bakurê Kurdsitanê şehîd Îbrahîm Ayhan dikin. Rola têkoşer Ayhan di berxwedana Kobanê de berbiçav bû.

Konê sersaxiya ji bo Îbrahîm Ayhan li Kobanê tê vegirtin
23 îlon, 2018   10:41

KOBANÊ

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Kobanê Bêrîvan Hesen di hevpeyvîneke bi ajansa me ANHA'yê re sersaxî ji gelê Kurd û malbata têkoşer Îbrahîm Ayhan re xwest ku di encama krîzeke dil de jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Windakirina têkoşer Îbrahîm Ayhan di vê qonaxa hesas de ji bo me ziyeneke mezin e. Em ê şopdarên wî bin û em ê asta têkoşîna xwe bilindtir bikin."

Bêrîvan destnîşan kir ku têkoşîna Îbrahîm Ayhan li dijî terorê berbiçav bû û ji bo rizgarkirina Kobanê ji destê çeteyên DAIŞ'ê gelekî tê koşiya û wiha domand: "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê dê konê sersaxiyê ji bo têkoşer Îbrahîm Ayhan li bajarê Kobanê vegire."

Welatiyên Kobanê dikarin serdana konê sersaxiyê bikin û helwesta xwe nîşan bidin û sersaxiyê ji malbata têkoşer Îbrahîm Ayhan û gelê Kurd re bixwazin.

ANHA