Çeteyên Tirkiyeyê hevpeymana Soçiyê red kir

Di çarçoveya yekemîn berteka li hemberî hevpeymana Soçî ya di navbera serokên Rûsya û Tirkiyeyê de, komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê nexwest çekên xwe yan deverên ku serweriya xwe lê ferz kirine, radest bikin.

Çeteyên Tirkiyeyê hevpeymana Soçiyê red kir
23 îlon, 2018   10:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê yên li Idlibê bi cih bûne, ragihand ku li gorî hevpeymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de li bajarê Soçî pêk hatiye, ew çek û deverên ku dagir kirine radest nakin. Hevpeyman avakirina devereke bêçek di navbera hêzên rêjîmê û komên çete yên li parêzgeha Idlibê armanc dike.

Aliyê ku xwe wek Eniya Niştimanî ya Rizgariyê bi nav dike, di daxuyaniyeke xwe de got ku “tiliyên wan dê li ser tetika çekan bimîne” û tu carî dest ji çek û deverên ku dagir kirine bernadin.

Ji destpêka hevpeymanê ve çavdêran diyar kir ku Tirkiye dê bi peywireke dijwar re rû bi rû bimîne ku dê çawa serweriya Heyet Tehrîr El-Şam bike û şerê Huras El-Dîn bike ku ev her du kom jî girêdayî rêxistina El-Qaîde ne. Çavdêran da zanîn ku dirêjbûna hevpeymanê ji ber çeteyên girêdayî Tirkiyeyê dê gelekî kurt be.

Çeteyên Artêşa El-Fetih di 28'ê Gulana 2015'an de giştî bajarê Idlibê dagir kir.

Ev koma ku navê Artêşa El-Fetih li xwe dike, ji aliyê îstixbarata Tirkiyeyê ve bi hevkariya Qeterê di 24'ê Adara 2015'an de hatiye avakirin û ji gelek komên terorîst ên wekî Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam, Cund El-Eqsa, Feyleq El-Şam û Ecnad El-Şam pêk tê.