Îsraîlê biryara hilweşandina Xan El-Ehmerê radestî welatiyên wê kir

Artêşa Îsraîlê, biryara hilewşandina gundê Xan El-Ehmer ê Filistînê radestî welatiyên wê kir da ku bi dilxwazî xaniyên xwe hilweşînin û heta meha bê wext da wan.

Îsraîlê biryara hilweşandina Xan El-Ehmerê radestî welatiyên wê kir
23 îlon, 2018   09:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro biryareke nivîskî radestî welatiyên gundê Xan El-Ehmer kir da ku bi dilxwazî heta meha Cotmehê ya bê ji xaniyên xwe derkevin. Di biryarê de wiha hate gotin: "Li gorî biryara Dadgeha Edaletê ya Bilind û qanûnê divê hûn hemû xaniyên li Xan El-Ehmerê bi xwe hilweşînin."

Di biryarê de tê gotin ku eger ev tişt pêk neyê rayedarên herêmê dê fermana hilweşandinê li gorî biryara dadgehê û qanûnê pêk bînin.

Li aliyê din serokê Desteya Berxwedana li Hemberî Dîwar û Niştecihbûnê Welîd Esaf biryar red kir û wek gefxwarinê bi nav kir û piştrast kir ku dê bi israr li hemberî biryara hilweşandinê li ber xwe bidin.

Her wiha ji ajansa Reutersê re diyar kir ku guman bû ku Îsraîl biryara xwe piştî civînên bi Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û cejnên Cihûyan re pêk bîne.

Welatiyên gundê Xan El-Ehmer ku 10 km li rojhilatê bajarê Qudsê ye û li ser rêya bajarê Erîha dikeve, rastî hewldanên koçberkirinê ji aliyê rayedarên Îsraîlê ve tên da ku niştecihgehên xwe bi bajarê Qudsê ve girê bide.

Welatiyên gundê Xan El-Ehmerê bi eslê xwe ji erebên El-Cahîlîn ên devera Til El-Erad a beyara El-Neqeb a rojhilatê Bîr El-Sebih in û di encama koçberkirina 1948'an de li 23 deverên di navbera bajarên Erîha û Qudisê de bi cih bûne.

Niha hejmara welatiyên van 23 deveran bêtirî 7 hezar kes e û li Xan El-Ehmerê jî 181 kes in.