Tuneleke bi dirêjahiya 1 km li Reqayê hate dîtin

Welatiyên taxa Rimêla ya bakurê bajarê Reqayê tuneleke ku çeteyan bi dirêjahiya 1 km kolandibû, di hundirê dibistaneke taxê de dît.

Tuneleke bi dirêjahiya 1 km li Reqayê hate dîtin
Tuneleke bi dirêjahiya 1 km li Reqayê hate dîtin
Tuneleke bi dirêjahiya 1 km li Reqayê hate dîtin
Tuneleke bi dirêjahiya 1 km li Reqayê hate dîtin
Tuneleke bi dirêjahiya 1 km li Reqayê hate dîtin
Tuneleke bi dirêjahiya 1 km li Reqayê hate dîtin
29 tebax, 2018   11:34

REQA

Welatiyên taxa Rimêla ya bakurê bajarê Reqayê tuneleke ku çeteyan bi dirêjahiya 1 km kolandine û ji dibistana Rebîh Reqa digihîje navenda bajêr, dît. Dibistan di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de wek baregeheke leşkerî dihat bikaranîn.

Hin welatiyên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine revandin û bi rizgarkirina bajêr re hatine rizgarkirin, diyar kir ku piraniya welatiyên dihatin revandin di kolandina tunelan de dihatin xebitandin.

Welatiyê bi navê Ebdullah ê ji taxa  Rimêla ku di serdema çeteyên DAIŞ'ê de hatibû girtin, wiha got: "Çeteyan welatiyên sivîl ên direvandin neçarî xebatên kolandina tunelan dikirin û çeteyan ji bo hatûçûna xwe di nava taxan de ev tunel bi kar dianîn."

Hêjayî gotinê ye Komîteya Jinûveavakirinê di 28'ê Tîrmehê de tuneleke bi dirêjahiya 400 metre dît ku ji dermanxaneya Cehber heta kolana çîmanê û avahiya sîgortayê dirêj dibe.

ANHA