Li Şehbayê konê sersaxiya şehîd Mam Zekî

Yekitiya Êzidiyên Efrînê ji bo sersaxiya gelê Kurd û Êzidî ya şehadeta endamê Koordînasyona Civaka Êzidî şehîd Zekî Şengalî ku di êrîşeke ezmanî ya artêşa Tirk a dagirker de li Şengalê şehîd bû, merasîma sersaxiyê li Kampa Berxwedan a herêma Şehbayê organîze kir.

Li Şehbayê konê sersaxiya şehîd Mam Zekî
Li Şehbayê konê sersaxiya şehîd Mam Zekî
Li Şehbayê konê sersaxiya şehîd Mam Zekî
Li Şehbayê konê sersaxiya şehîd Mam Zekî
Li Şehbayê konê sersaxiya şehîd Mam Zekî
Li Şehbayê konê sersaxiya şehîd Mam Zekî
19 tebax, 2018   11:37

ŞEHBA

Bi armanca sersaxiya gelê Kurd û welatiyên Êzidî yên herêma Efrînê, Yekitiya Êzidiyên Efrînê li kampa Berxwedan a herêma Şehba konê sersaxiyê ya endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî vegirtin û merasîmek li dar xist. Di merasîmê de endam û rêveberên saziyên sivîl û bi sedan welatiyên Efrîn û Şehbayê beşdar bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endamê Koordînasyona Civaka Êzidî ya Efrînê Silêman Cafer axivî û şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn û wiha got: "Şehîd Zekî Şengalî ne kesayeteke normal bû û têkoşîna xwe li seranserî Kurdistanê li ser riya azadiya Kurdistanê da meşandin."

Cafer got ku dewleta Tirk a dagirker her tim tunekirina gelê Kurd armanc dike û bi taybet tunekirina Êzidiyan armanc dike û der heqê Êzidiyan de gelek komkujî pêk anîn û hêjî pêk tîne û wiha got: "Ji ber hevgirtina gelê me û îradeya gel ku xwe dispêre fikr û felsefeya Rêber Apo û rihê şehîdan, hemû hewldanên dewleta Tirk vala hatine derxistin."

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Henan Nesro got ku her rondikek çavê dayik, keç, kur û hevjîna şehîd di çavên dijminan de guleyek e û wiha anî ziman: "Têkçûna destihilatdariyê nêzîk bûye. Em ji giştî cîhanê re dibêjin ku li şûna her dilopeke xwîna şehîdan bi hezaran amade ne ala têkoşînê bilind bikin."

Hevserokê Meclisa gundê Ehdas a navçeya Fafîn a girêdayî herêma Şehba Ehmed Silêman jî di merasîmê de axivî û wiha got: "Dijmin dixwaze bi riya hedefgirtina kesayet û rayedarên gelê Kurd hewl dide nasnameya gelê Kurd tune bike. Me bi hezaran şehîd li ser riya avakirina civakê li gorî rêgeza neteweya demokratîk dane. Şehîd bingeha avakirina civakê ne."

Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA