Piştî rizgarkirinê destkeftiyên Şaredariya Gel a Tebqayê

Şaredariya Gel a Tebqayê, ruxmî kêmderfetan û amûran gelek xebat û çalakiyên xizmetguzariyê pêşkêş kirin. Her wiha zemîneke guncaw ji bo vegera bi sedan şêniyan peyda kir.

Piştî rizgarkirinê destkeftiyên Şaredariya Gel a Tebqayê
Piştî rizgarkirinê destkeftiyên Şaredariya Gel a Tebqayê
Piştî rizgarkirinê destkeftiyên Şaredariya Gel a Tebqayê
19 tebax, 2018   09:05

NÛRÎ UMER-UDEY EL-EHMEDE / TEBQA

Ji destpêka rizgarkirina Tebqayê di 10'ê Gulana sala borî ve, gelek çop û bermahiyên DAIŞ'ê li kolanên serekê û şaxî yên bajêr kom bibûn. Bi dehan şêniyên bajêr û tevî endamên şaredariyê yên berê, pêngavek dilxwazî û bi alavên malan ji bo paqijkirina bajêr dest pê kirin.

Di encama vê xebatê de endamek teknîkî ji berpirsên xebatê dema ku ceneratorek sererast dike Samêr El-Selac di dawiya meha Gulanê de bi mayînekî çeteyên DAIŞ'ê şehîd bû.

Ji mezintirîn gavên ku piştî rizgarkirinê hatine avêtin, di 25'ê Gulana borî de Şaredariya Gel a Tebqayê hate ava kirin. Şaredariyê ji destpêka avabûna wê de pêdiviyên jiyanê yên xwezayî ji şêniyan re bi kêmderfetan û zêde astengiyan ji nû ve vegerand.

Xebatên xizmetguzariyê ku di salekê de hatine pêşkêş kirin

Weşre û alavên xizmetguzariyê yên şaredariyê rojane bajar ji gemar, çop û bermahiyên DAIŞ'ê paqij dike. Xebatên serrastikin û çaksazkirina toreyên kanalîzasyonê û ava vexwarinê ruxmî kêmderfet û alavên xizmetguzariyê dimeşand.

Toreya kanalîzasyonê

Piraniya toreyên kanalîzasyonê li taxên ku dikevin bakurê bajêr li derveyî xizmetê ne. Ji ber kolndina çeteyên DAIŞ'ê ji tunelan re gelek boriyên toreyê telef bûne. Her wiha beşek din jî ji ber ne sererastkirina wê zêdetirî 10 salan ve telef bûne.

Ruxmî astengiyên ku rastî şaredariyê tê, lê şaredarî bi hevkariya Buroya Teknîkî û hin rêxistinan girtekên sererastkirina toreyên kanalîzasyonê girtin. Li gorî hevserokê şaredariyê Ebdilwehab El-Silêman diyar kir ku li gorî raporan, şaredarî ji sedî 70 ji planên xwe ji bo jinûvesererastkirina toreyên kanalîzasyonê li ser gelek pêngavan sererast kiriye.

Tê zanîn ku pêngava yekemîn bidawî bû. Toreyên kanalîzasyonên taxên bakur, navîn û rojhilat li kolanên Fayiz Mensûr, El-Mesmk, El-Miseher, Umer bin El-Xetab û sûkên mirîşk û berhemên şîr hatin sererast kirin. Piştre dê werin qîrkirin.

Hilmijên avê û toreyên ava vexwarinê

Av 50 rojî li ser bajêr, ji ber şer û mayînkirina DAIŞ'ê ji stasyonên av hilmijên li bajar û gundewarên wê qut bajêr, erebeyên agirkojiyê û sahrîcan eyar kir.

bibû. Şaredarî ji bo balvkirina avê li ser tax û kolanên

Destpêkê weşeya kar avhilmija satsyona Ayid bi rêya ceneratoran xebitand û gelek çavkanî li derdora Tebqayê vekir. Piştre werşeyên kar avhilmjiên kevn li Tebqa, Ayid, Ceiber, Ceîdîn, El-Kerîn, Elboasî û El-widyen û  her wiha stasyona El-Cerefat sererast kirin. Sotemenê ji bo xebitandina ceneratoran, kilor ji bo pakirina ava vexwerinê û bi hevkariya Meclisa Sivîl a berê peyda kirin. Piştî mehekê ji avakirina şaredariyê, av gihaşt şênî û koçberên Tebqayê û bi taybet piştî xebatên sererastkirina bendava Firatê di 2017'an de.

Ruxmî gelek destkeftiyên şaredariyê, lê belê Komîteya Avê ya Tbqayê ji du pirsgirêkan zehmetiyan dikşîne. A yekê kêmbûna alav û amûrên xizmetguzariyê. A duyem girtina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve.

Têkildarî mijarê Ebdilwehab El-Silêman got:" Yekîneya Avê heta niha ji sedî 75 ji toreyên ava vexwarinê sererast kiriye. Ta av bighêje hemû malên Tebqayê xebat didome."

Şaredarî stasyona sereke ya Tebqayê bi hemû hêza stasyonê xebitand û ji bo beşa gund guhêkerek peyda kir, da stasyon bi temamî bixebitîne.

Beşa kontrolkirinê ya Şaredariya Gel

Di çend mehên dawî de bajar di hemû waran de geş bû. Bi wê geşbûnê re pêwîstî bi hin beşên din çêbû. Ji bo şopandina pîvanên saxlemiya madeyên xwarinê li xwaringeh, dikan. her wiha kontrolkirina kalîte, buhabûn goşt û madeyên xwarinê gelek beş hatin vekirin weke Kontrolkirin, Çavdêr û Lêpirsînê, Tendrûstî û çandiniyê

Komîteya Kontrolkirinê rojane di nav sûkên bajêr bi armanca rêxistinkirina sûk û cihên pêşkêşkirina madeyan ne birêxistinkirina kolan û avahiyan digere.

Buroya Hawirdorê

Şaredarî gelek bi hawirdor û xweşikiya bajêr eleqedar bû. Piştî ku bajar ji bermahiyên çeteyîn DAIŞê paqij kirin, şaredarî plana boyaxkirina dîwarên hemû saziyan dest pê kir.  her wiha şaredarî gelek meştel bi armanca xweşikirina bajêr  vekir. 

Ji bo kêmkirina belavbûna nexweşiyan şaredarî gelek dermanên kurmik û mêşan  li kolan, deriya ketina bajêr û kolanên wê yên sereke reşand û her wiha aktîfkirina parkên giştî

Buroya Peymanan

 Girêdayî mijara milk û malên şêniyan, peymanên kirîkirinê bi şêniyan re mohr dike û li gorî nirxandinên komîteyên pispor nû dike. Her wiha milkên şaredariyê bi rêya bazarkirinê tên firotin.

Şaredarî ji bo pêkanîna rêgeza xwe têrkirinê gelek projeyên hilberîner weke kirîkirina dikan, xwaringeh, kefîtêrye, xizmetguzariyê, muxelefeyan û hilberînekirina parkan, her wiha istratîjiyên aborî ya dem dirêj danî û prjeyên aborî ji bo pêşerojê dinirxîne.

Ji wan projeyan; avakirina  projeyek siyahî li ser beravên Golê. Avakirina tilfirîk di nav bera girêva Ceiber berava golê ya rojava.

Her wiha avakirina sûkek birêxistinkirî, projeya bajarê pîşeyan, projeya sererastkirina peyare, navînên rêyan û her wiha sererastkirina rêya bi rêya qîrkirinê.

Hevserokê Şaredariya Gel a Tebqayê Ebdiwehab axivî û got Destpêkê me bawerî di nav bera xwe û şêniyan de çêkir. Da ku şênî vegerin bajarê xwe û bi taybet kesên bi salan e ji bajêr dûr in, me ji bo wan zemînek tendrûstî ava kir.

Her wiha El-Silêman wiha domand Şaredarî ruxmî hejmara kermandan ya kêm û bi kêmderfetan xwe xebatên paqijkirina bajêr, sûk, kolan, deriyên derketin û têketina bajêr, dîwara bendavê, avahiyên saziyan giştî û saziyên fermi bi armanca vejandina bajêr, meşand.

El-Silêman di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pêwîstiya şaredariyê bi alavên xizmetguzariyê heye.

(şx)

ANHA