Hecî beriya berê xwe bidin Erefatê serdana Mena dikin

Welatiyên ku heca xwe li Mekayê dikin ji bo roja avdariyê pêk bînin ber bi Meşher Mena ve herikîn û ji vir dê berê xwe bidin çiyayê Erefat ku weke ferza herî girîng a heciyan tê dest girtin.

Hecî beriya berê xwe bidin Erefatê serdana Mena dikin
19 tebax, 2018   09:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundirîn a Siûdiyê ragihand ku hejmara welatiyên Heca Xweda dikin nêzî milyonek hecî ne. Rayedarên Siûdiyê diyar kirin ku ji bo pêşwazîkirina heciyan hemû tedbîrên pêwîst wergirtine da ku ferza xwe ya heckirinê bi hêsanî pêk bînin.

Siûdiyê ji bo herikîna heciyan birêve bibe teknolojiyê bikar tîne û bazinên elketronîk li heciyan belav dike û bi riya sîstema GPS cihê wan diyar dike.

Li gorî serjimariyên fermî yên Desteya Giştî ya Serjimariyan nêzî 250 hezar kes yên 45 aliyên hikûmî beşdariya 195 xizmetên sereke dikin da ku rêûresmên heciyan hêsan bikin.

Heckirina li Mekayê hestîpişta geştewariyê li Siûdiyê ye û derhatinên bi milyaran dolaran  ji Siûdiyê re tîne.

Rayedarên Siûdiyê armanc dikin ku hejmara Umrekaran zêde bikin û hewl didin di sala 2020'an de bigihînin 15 milyonan û di sala 2030'î de jî hewl didin vê hejmarê bigihînin 30 milyon Hecî û Umrekar.