Sûkên gelêrî yên gerok bûne meqseda şêniyan

Sûkên gelêrî yên gerok li bajarê Qamişlo ji beriya 30 salan ve belav bûne. Rojane û li cihên cuda di nav taxên Qamişlo de ku ji bo wan hatine diyarkirin, pêdiviyên malan pêşkêş dikin.

Sûkên gelêrî yên gerok bûne meqseda şêniyan
Sûkên gelêrî yên gerok bûne meqseda şêniyan
Sûkên gelêrî yên gerok bûne meqseda şêniyan
Sûkên gelêrî yên gerok bûne meqseda şêniyan
Sûkên gelêrî yên gerok bûne meqseda şêniyan
19 tebax, 2018   08:16

KELSÛME ELÎ / QAMIŞLO

Diyaredeya sûkên gelêrî li bajarê Qamişlo li Bakurê Sûriyeyê beriya nêzî 30 salan ve belav bûye. Di destpêkê de bazirgan û firoşkar ji Heleb, Reqa û Dêrazor û tevî yên bajêr jî li cihên fireh madeyên xwe pêşkêş dikirin. Ew sûk bi navên rojên hefteyê tê nasîn.

Sûk ji ber kêmbuhaya madeyan dibin meqseda şêniyan. Şêniyên Qamişlo bi vê pîşeyê dixebitin û niha hemû firoşkar û bazirganên sûkê ji Qamişloyê ne.

Ev sûk gelekî berfireh bûn. Ev sûk ji ber şerên li herêmê û qutbûna rê bi herêmên Sûriyeyê re, rawestiyan. Lê niha Şaredariya Gel a bajêr roleke girîng di geşbûna van sûkan de lîst. Cihên taybet di nav taxên bajêr de û bi erzanî bi buhaya 200 lîreyên Sûriyeyê ji bo wan eyar kirin.

Piraniya van bazirganan nikarin dikanekê bikirin an jî kirê bikin. Firoşkarê bi navê Ebdillah Hisên Osman diyar kir ku ew ji beriya 22 salan ve di nav sûka gerok de wek bazirganê solan li sûkê dixebite.

Hisên destnîşan kir ku ew nikare dikanekê di nav sûka bajêr de bikire. Her wiha ji bo peydakirina qûta xwe ya rojane li sûka gerok dixebite.

(şx/ew)

ANHA