Gelê Serêkaniyê: Civak bi hêza parastinê li ser piyan dimîne

Gelê Serêkaniyê, di bin banê HPC’ê de hêza xwe ya parastinê bi rêxistin dike û bajarê xwe diparêze. Endamên HPC’ê diyar kir ku ji bo civakek bikare xwe li ser pêyan bigire divê hêza xwe ya parastina civakê ava bike, eger ew taxa xwe, bajarê xwe neparêzin ma dê kî wan biparêze?.

Gelê Serêkaniyê: Civak bi hêza parastinê li ser piyan dimîne
Gelê Serêkaniyê: Civak bi hêza parastinê li ser piyan dimîne
Gelê Serêkaniyê: Civak bi hêza parastinê li ser piyan dimîne
Gelê Serêkaniyê: Civak bi hêza parastinê li ser piyan dimîne
Gelê Serêkaniyê: Civak bi hêza parastinê li ser piyan dimîne
Gelê Serêkaniyê: Civak bi hêza parastinê li ser piyan dimîne
19 tebax, 2018   07:49

BÊRÎTAN MEDUSA – SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Xweparastin, di xwezaya hemû zindiyan de heye, yek ji van zindiyan ku herî zêde pêwîstiya wan pê heye mirov in, ji ber ku mirov zindiyên bi fîzîkî lewaz in. Mirov xwe bi civakîbûnê diparêzin, ji bo ku bijîn bi awayekî kom dijîn û hêzên parastina xwe ava dikin. Di roja me ya îro de hêzên desthilatdar û dagirker êrîşî gelan dikin, welat, çand û hebûna wan dagir dikin. Di vê sedsalê de Rojhilata Navîn bûye cihê dagirkeriyê yê hêzên hegemon. Li Rojhilata Navîn bi sedan netewe û baweriyên cuda hene û bi hev re dijîn. Yek ji van cihên ku niha bûye qada şer jî Sûriye ye. Li bakûrê Sûriye gel xwe di bin banê Rêveberiya Xweser de xwe bi rêxistin dike û civaka xwe li dijî xeteriyan diparêze. Li gel hêzên QSD, YPG/YPJ, Asayîş û Erka Xweparastinê jî Hêzên Parastina Civakî hene. Yek ji van hêzan a herî giring HPC ye. Ji ber HPC di bingeha rêveberiyê de xwe bi rêxistin dike. HPC di destpêka Şoreşa Rojava de, di nava komîteyên komînan de xwe bi rêxistin kir. HPC`ê di sala 2015`an de wek saziyeke serbixwe hat îlankirin. Di 4’ê nîsana 2016’an de jî HPC-Jin hat avakirin.

Bi roj nava taxan, bi şev li ser rêyan

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker Efrîn dagirkir, yek ji bajarên ku li ser sînorê Tirkiye yê û ji ber çanda xwe ya kevnar, pir rengiya pêkhateyan dibe hedefa dagirker û çeteyan jî  Serêkaniyê ye. Heta niha bi sedan welatî li ser sînor ji ber teqîn û êrîşên çeteyan jiyana xwe ji destdane. Ji ber parastina bajar HPC xwe bi rêxistin dike, perwerde û xebatên parastina taxên xwe dike. Endamên HPC’ê bi dildarî taxên xwe diparêzin. Li gorî agahiyên me ji rêveberiya HPC’ê ya Serêkaniyê girtîn, endamên wan ên destpêkê di komînan de perwerdeyê dibînin, piştî tevlî wan dibin 15 roj dîsa tên perwerdekirin. 7 roj perwerdeya leşkeri û 7 roj jî perwerdeya îdeolojî dibînin. Endamên wan bi roj di nava taxan de û bi şev ji saet 20:00 heta ber bi sibê ve li ser rêyên bajar karê parastinê dikin.

‘Eger em xwe neparêzin dê kî me biparêze?’

Yek ji endamên HPC’ê jî Şikrî Casim Hisên e. Şikrî temenê wî 27 salî ji taxa Mihetê ya Serêkaniyê ye. Şikrî ji pêkhateyên Ereb e. Şikrî, diyar kir ku ew zarokên vî gelî ne, ji bo parastina civakê çi bikeve ser milê wan dê bikin û wiha got: “Em ji heft salî heya heftê salî amade ne ku gelê xwe biparêzin. Eger em civaka xwe neparêzin dê kî were me biparêze?. Ji bo me ferqa tu pêkhateyan nake, ya giring parastina civak û bajarê me ye. Divê her malekî de endamek hêza cewherî hebe. Divê em ji bo parastina xwe dest bidin hev.”

‘Em dayik in, divê em bajar û zarokên xwe biparêzin’

Yek ji endamên HPC-Jin jî jina bi navê Meha Hesen a 35 saliye. Meha ji pêkhateya Kurd e û li taxa Ronahî ya Serêkaniyê ye. Meha jî da zanîn ku ew dayîkin û divê zarokên xwe biparêzin. Meha got ku ew tax, gund û bajarên xwe diparêzin û wiha axivî: “Eger em nekin dê kî bike. Eger civak xwe neparêze dê civak xirab bibe.”  

‘Mînaka Şengalê li bîra me ye’

Hevseroka HPC’ê ya Serêkaniyê Sûriya Mihemed daxuyand ku wan ji bo parastina civaka xwe ev hêz avakiriye û wiha vegot: “Civakek divê xwe biparêze. Mînka Şengalê li bîra me ye. Ji ber civaka Şengalê wê demê hêzek a parastinê tune bû, komkujî bi serê wan hat. Ji bo wê jî pêwîste her malek, her saziyek hêza xwe ya parastinê hebe. Ji bo wê jî em komîn, sazî û gelê xwe perwerde dikin ji bo xwe li dijî xeteriyan biparêzin. Ji ber li welatê me şerek heye, neçarin xwe biparêzin. Eger civakek bixwaze xwe biparêze neçar e rêxistina parastinê di bingehê civakê de bide avakirin.”

ANHA