‘Hikumeta Iraqê rêgirtina kerwanên merasîmê de hevkariya Erdogan kir’

Welatiyên Bakurê Sûriyeyê ku di kerwanên merasîma oxirkirina endamê Koordînasyona Civaka Êzidî şehîd Mam Zekî Şengalî de bûn, diyar kir ku astengiya hikumeta Iraqê yek ji planên hevkariya dewleta Tirk e.

‘Hikumeta Iraqê rêgirtina kerwanên merasîmê de hevkariya Erdogan kir’
19 tebax, 2018   07:57

ŞENGAL

Bi hezaran welatiyên Bakurê Sûriyeyê bi armanca ku beşdarî merasîma oxirkirina endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî bibin ber bi sînorê Iraqê ve ketibûn rê. Lê hikumeta Iraqê destûr neda gel berbasî Şengalê bibe.

Girseya gel li ser sînor çalakiyeke protestoyê li dar xist û bang li hikumeta Iraqê kir ku sînor veke. Tevî hemû hewldanan hikumeta Iraqê merasîmê oxirkirina Mam Zekî asteng kir û rê neda ku gel derbasî Şengalê bibe. Derbarî bûyere de gel ji ajansa me re axivî û hikumeta Iraqê şermezar kirin.

Îxaneta PDK û hikumeta Iraqê em ji bîr nakin

Mîhrîcan Hiso ji bajarê Dirbersiyê a giredayî kantona Hesekê ji bo oxirkirina Mam Zekî Şengalî di kerwan de cih girt. Mîhrîcan dewleta Iraqê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Bi netîceya komployê Mam Zekî Şengalî şehîd ket. Di nava wê komployê de dewleta Iraqê, Tirkiyeyê çêbûye. Dîsa îxaneta dewleta Iraqê li ser kurdan diyar bû. Rê nadin me ku em şehîd Mam Zekî Şengalî derbasî Şengalê bikin. Bi saean li ber germê em dan sekinandin. Dewleta Iraqê rê ji balafirên Tirkiyeyê re aşkera vekir. Dema ku DAIŞ ket Şengalê şervanên me parastina Şengalê kir. Em îxaneta dewleta Iraqê û PDK’ê qebûl nakin. Erdogan, PDK û dewleta Iraqê bila zanibe ku em li ser axa xwe ne. Tola nêzîkatiya dewleta Iraqê û êrîşên li ser Kurdistanê em ê rakin.”

Nêzîkatiya hikumeta Iraqê hevkariya Erdogan dike

Xalya Ehmed ji bajarê Tirbesbiyê a giredayî kantona Qamişlo, der barê astengkirine hikumeta Iraqê de got hikumeta Iraqê di 2015’an de Şengal neparast û niha jî rê neda ku ew derbasî merasîma oxirkirinê bibin û wiha pê de çû: “Hikumeta Iraqê bi nêzîkatiya xwe alikariya dewleta Tirk a dagirker dike. Diyar e ku biryarên xwe jî ji Erdogan digirin. Ji dagirkeriya Erdogan re edî bes e. Bi saetan şehîd Mam Zekî Şengalî li ber germê hiştin. Ev nêzîkatiya hikumeta Iraqê li dijî exlaq ye. Bila PDK zanibe ku bi îxanet ê bi ser nekeve.”

Hikumeta Iraqê rê ji balafirên Tirkiyeyê re vekir

Şemê Ramo jî ji bajarê Şengalê ye, ji bo pêşwaziya kerwan hat ber sînor û der barê nêzîkatiya hikumeta Iraqê de helwestên xwe diyar kir û wiha got: “Roja ku balafir li erebeya Mam Zekî Şengalî da fermana Êzidiyan dîsa dubarê bû. Kesên ku destên wan di şehadeta Mam Zekî Şengalî de hebe dûrî exlaqê mirovahiyê ye. Hikumeta Iraqê rê ji balafiran Tirkiyeyê re vekir. Ev jî diyar dike ku hikumeta Iraqê û PDK hevkarên Tirkiyeyê ne. Êzidî dîsa hatin hedefgirtin. Îxanet dîsa xwe dubarê kir. Hikumeta Iraqê astengî ji cenazeyê Mam Zekî Şengalî re derxistin. Astengiyên hikumeta Iraqê jî yek ji planên wan ên li dijî mirovahiyê ne. Bila hikumeta Iraqê, dewleta Tirk û PDK zanibe ku me kurdan dest dane hev û li dijî êrîşên wan ên hovanê heya dawî li ber xwe bidin.”

ANHA