Hêzên rêjîmê alîkariyên leşkerî ber bi derdora Idlibê ve dibe

Hêzên rêjîma Sûriyeyê topbarana li ser hêrêma sêkoşeya Sehil El-Xab, çiyayên Laziqiye û Cisir El-Şixûr berdewam dike. Her wiha gelek amadekariyên leşkerî ji aliyê rêjîmê ve derbasî herêmê bûne.

Hêzên rêjîmê alîkariyên leşkerî ber bi derdora Idlibê ve dibe
14 tebax, 2018   11:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê hêzên rêjîmê topbarana li ser herêmên sêkoşeya Sehil El-Xab, çiyayên Laziqiye û rojavayê Cisir El-Şixûr didomîne.

Topbaran li ser çiyayê Tirkmen û çiyayê Kurdan li gundwarên bakurê Laziqiyê her wiha li ser gundewarên rojavayê bajarê Cisir El-Şixûr hate kirin. Hêzên rêjîmê roja Sêşemê bi çekên giran êrîşî deveran ji gundê El-Hewîz ê Sehil El-Xab ê gundewarên bakurê rojavayê Hemayê kir.

Her wiha hêzên rêjîmê derbaskirina alîkariyên leşkerî li gundewarên bakurê Laziqiye û Sehil El-Xab dike û amadarî li wê derê têne kirin.

Hêzên rêjîmê alîkariyên leşkerî bi awayekî zêde derbasî Hema, Idlib û Laziqiyê dike. Her wiha li herêmên navborî topbaranê dest pê kir û li gundewarên Şamê jî şer vegeriya.

Ji aliyekî din ve navendê diyar kir ku îro di saetên sibê de herêmên gundê Marekbe yê bakurê gundewarên Hemayê ji aliyê hêzên rêjîmê ve hate topbarankirin. Paşê heta saetên derengiya şeva Duşemê bêdengiyek hebû. Bi vê yekê hejmara moşekên ku ji aliyê rêjîmê ve li ser herêmên bakurê gundewarên Hemayê û aliyê bakurê rojava û bakurê rojhilat di nava 38 saetan de bûn 2 hezar û 55.