Li Reqayê amadekariyên vekirina buroya Meclisa Şêwirmendan

Li bajarê Reqayê Saziya Karûbarên Olî amadekariyên vekirina buroya Meclisa Şêwirmendan ji herêmên Reqa, Tebqa û Dêrazorê re dike.

Li Reqayê amadekariyên vekirina buroya Meclisa Şêwirmendan
Li Reqayê amadekariyên vekirina buroya Meclisa Şêwirmendan
Li Reqayê amadekariyên vekirina buroya Meclisa Şêwirmendan
Li Reqayê amadekariyên vekirina buroya Meclisa Şêwirmendan
14 tebax, 2018   11:15

REQA

Buroya Meclisa Şêwirmendan a girêdayî Saziya Karûbarên Olî li bajarê Reqayê ji bo herêmên Tebqa, Reqa û Dêrazorê tê amadekirin.

Serokê Meclisa Şêwirmendan Şêx Ehmed El-Arûnî got ku ew amadekariyên vekirina buroyê li bajarê Reqayê dikin û di demeke nêz de dê were vekirin.

Endamên buroyê ji herêman bi awayekî wekhev di navbera jin û mêran de hatin hilbijartin, bajarê Reqa 4 jin, her wiha li Tebqa û Dêrazorê jî bi vî awayî. Ev jin dê karê jinan bimeşînin û dê nêrîna wan di aliyê fitwayan de were girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî amadekariyên buroyê bi dawî bibin dê bi hemû saziyên din ên Bakurê Sûriyeyê re ji bo herêmên Cizîr û Firatê Meclisa Şêwirmendan a Bilind were avakirin.

(bx)