‘Herêmên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin em radestî kesî nakin‘

Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Buroya Tebqayê Musena Ebdulkerîm got:" Deverên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin, em radestî kesî nakin."

 ‘Herêmên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin em radestî kesî nakin‘
 ‘Herêmên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin em radestî kesî nakin‘
8 tebax, 2018   14:24

TEBQA

Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Buroya Tebqayê ji bo nirxandina gelek mijaran derbarê Sûriyeyê de civînek li bajaroka El-Mensûra ya dikeve rojhilatlê Tebqayê li dar xist.

Di civîna  ku bi dehan kes amade de gelek dozên li ser asta Sûriyeyê hatin nirxandin û bi taybet îdiyaya ku dibêje dê bajarên Bakurê Sûriyeyê yên hatine rizgarkirin radestî rêjîmê werin kirin.

Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Buroya Tebqayê Ebdulkerîm Musena axivî.

Ebdulkerîm li ser îdiayên ku dibêjin dê herêmên ji aliyê QSD‘ê ve hatine rizgarkirin radestî rêjîmê werin kirin got, "Herêmên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin em radestî rêjîmê  û tu kesî din nakin."

Ebdulkerîm di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên li ser gelê Dirûz ên Suweydayê û got, "Êrîşa li ser Suweydayê hate kirin ku têkiliyên xwe bi baweriyan tuneye. Li

li ser asta MSD'ê û ji bo serbest berdana kesên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin, têkilî bi nûnerên pêkhateya El-Dirûz re hate çêkirin."

Her wiha endamê partiyê yê herêma Tebqa Abdulah El-Mebrûk armancên Partiya Sûriyeyê Pêşerojê diyar kir ku Sûriyeya Pêşerojê welatekî ji bo hemû pêkhateyan, yektiya xaka Sûriyeyê û Sûriyeke ne navendî hedef dike.

(şx)

ANHA