Li Eyn Îsa semînera Jineolojiya

Komîteya Lêkolînên Jineolojî ya Herêma Firatê ji bo şîrovekirina wateya jineolojiya û rêbazên pêşxistina wê semînerk organîze kir.

Li Eyn Îsa semînera Jineolojiya
Li Eyn Îsa semînera Jineolojiya
Li Eyn Îsa semînera Jineolojiya
Li Eyn Îsa semînera Jineolojiya
5 tebax, 2018   19:22

GIRÊ SPÎ

Bi tevlêbûneke baş ji aliyê jinên navçeya Eyn Îsa ve, endamên Lêkolînên Jineolojî "Zanista Jinê" Roksan Hesen û Rezen Şêxo semînerek dan. Di semînerê de wateya jineolojiya û çawaniya pêşxistina rola jinê di hemû warên jiyan de hatin şîrovekirin.

Her wiha dîroka jin, çawa pergalên baviksalaî yên desthilat mafê jinê jê standine, girîngiya perwerdekirina jinê  û avakirina kesayetek jina azad ku di dikarî di her aliyan de pêşengtiya civakê bike hatin vegotin.

Di semînerê de, bang hate kirin ku li ser jineolojî lêkolîn bikin.

Piştî dayîna semînerê deriyê nîqaşê û pirsan hate vekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev semîner ji jinên bajarokê El-Hîşê re hatibû dayîn û tê payîn ku sibe du semîner ji bo jinên bajarokên Ebû Xerze û El-Elî Baciliyê dê werin dayîn.

(şx)

ANHA