Şehîdên Tîrmehê yên Hesekê û Dirbêsiye hatin bi bîranîn

Li Hesekê û Dirbêsiyê pakrewanên meha Tîrmehê hatin bi bîranîn.

Şehîdên Tîrmehê yên Hesekê û Dirbêsiye hatin bi bîranîn
Şehîdên Tîrmehê yên Hesekê û Dirbêsiye hatin bi bîranîn
Şehîdên Tîrmehê yên Hesekê û Dirbêsiye hatin bi bîranîn
Şehîdên Tîrmehê yên Hesekê û Dirbêsiye hatin bi bîranîn
Şehîdên Tîrmehê yên Hesekê û Dirbêsiye hatin bi bîranîn
Şehîdên Tîrmehê yên Hesekê û Dirbêsiye hatin bi bîranîn
Şehîdên Tîrmehê yên Hesekê û Dirbêsiye hatin bi bîranîn
Şehîdên Tîrmehê yên Hesekê û Dirbêsiye hatin bi bîranîn
30 tîrmeh, 2018   18:16

HESEKÊ

Li goristana Şehîd Diwar a Hesekê 95 û li goristana şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê ya navçeya Dirbêsiyê jî 16 şehîdên pakrewanên meha Tîrmehê yên li deverên cûda şehîd bûne, bi merasîman ku ji aliyê meclisên malbatên şehîdan ve hatin organîzekirin, hatin bîranîn.

Bi sedan malbatên şehîdan ku wêneyên zarên xwe yên şehîd rakiribûn beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Fatma Hesen di kesayeta şehîdên meha Tirmehê hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî.

di nava axaftinên xwe de got: "Dijminê me dijminekê hov e, em dizanin ku ev dijmin êdî li hember berxwedaiya şervana bê çare maye."

Li ser nevî YPG`ê Delîl Dilşê jî axivî û destnîşan kirin ku serkeftinên têne bidestxistin berhemên ked û xwîna şehîdan e û soza mezinkirina têkoşînê da.

Hevserokê Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso jî axivî û ev tişt got, "Şoreşa me derbasû sala xwe ya heftan bûye. Di nava şoreşê de me gavên pir mezin avêtin û serkeftinên mezin qezenc kirin. Di Sûriyê û Rojhilata Navîn de em bûne nav û deng. Êdî roj bi roj felsefeya neteweya demokratîk a ku Rêber Ocalan pêşengtiya wê dike belav dibe."

Piştî axaftinan nasnameya şehîdên meha Tîrmehê hatin xwendin.

Merasîm bi dirûşmeyên “Bijî  Serok Apo û Şehîd namirin” bi dawî bû.

(sx-oh)

ANHA