Hêzên dagirker li Efrînê sivîlek din revandin

Binpêkirinên çete û leşkerên artêşa tirk a dagirker ên li dijî sivîlên Efrînê didomin. Hate ragihandin ku sivîleke din hate revandin.

Hêzên dagirker li Efrînê sivîlek din revandin
30 tîrmeh, 2018   15:10

EFRÎN

Çavkaniyekî herêmî ragihandin ku hêzên artêşa tirk a dagirker  di dîroka 24‘ê tîrmehê welatiyê bi navê Ehmed Şêxo Reşîd ê ji gundê Kurdo yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê revandin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku çarenûsa Ehmed ne diyar e û got ku hêzên dagirker girtîgheke ji kesên revandine çêkirin û pereyan ji malbatên wan dixwazin.

ANHA