4 hezar û 200 mamosteyên Reqayê ji bo sala nû tên amadekirin

Li Reqayê 4 hezar û 200 mamoste tevî dewreyên perwerdeyê yên vekirî dibin da ku sala nû ya perwerdê pêşwazî bikin. Di perwerdeyê de waneyên bîrdozî yên li ser bingeha neteweya demokratîk jî cih digirin.

4 hezar û 200 mamosteyên Reqayê ji bo sala nû tên amadekirin
4 hezar û 200 mamosteyên Reqayê ji bo sala nû tên amadekirin
30 tîrmeh, 2018   11:14

FIDA ELÎ / REQA

Komîteya perwerde û fêrkirinê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê perwerdeya vekirî  ji mamosteyan re da destpêkirin.

Navendên ku li Reqa û gundewarên wê hatin vekirin, hejmara wan 12 ye li ser miduriyetan wiha hatine belav kirin; navenda bajar, navenda El-Galita, navenda Hezîma, navenda El-Qehtaniyê û navenda El-Keramê. 

Her wiha hin waneyên mîna rêgezên neteweya demokratîk, çawaniya fêrkirina xwendekaran û rêbazên waneyan dê werin dayîn. 

Hejmara mamosteyên ku tev li dewreya perwerdeyê bûne li navenda bajarê Reqayê û gundewarên wê zêdetirî 4 hezar û 200 mamoste ye.

Rêveberê navenda perwerdekirina mamosteyan li Reqayê Elî El-Salih axivî û wiha got: “Hejmara mamosteyên ku tev li perwerdeyê bûne zêdetirî 4 hezar û 200 mamosteyan û di dema gera me ya şopandinê de me dît ku gelek mamoste dixwazin tev li perwerdeyê bibin, piştî bidawîkirina perwerdeyê dê mamoste li ser bingehê komîteya nirxandinê bên belakirin.”

Li gorî ku hatiye diyarkirin dê perwerde di 20 Tebaxê de bi dawî bibe.

(ekîb)

ANHA