Projeya çandiniya betata ya Til Hemîs biser ket

Şêniyên gundê Umeya yê navçeya Til Hemîs a Kantona Qamişlo ji bo peydakirina pêwîstiyên xwe, betat (kartol) çandin. Projeya wan bi serket û têra gundên derdorê jî kir.

Projeya çandiniya betata ya Til Hemîs biser ket
26 tîrmeh, 2018   07:20

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Betat ji hilberînên ku bi awayekî hêsan, bi lêçûneke kêm di şert û mercên guncaw tê çandin. Ji ber wê cotkarên gundê Umeya yê dikeve 40 kîlometreyan başûrê navçeya Til Hemîsê, bi jib bo tîrkirina gundê xwe û gundên derdorê dest bi çandiniya betata kirin. Di dawiya demsala zivistanê de û bi despêka demsala biharê re cotkaran dest bi çandiniya zeviyên xwe yên betata kirin. Piştî 4 mehan berhemên zeviyan hatin berhevkirin.

Şênî ji bo bi serketina hilberînê bi guman bûn. Ji ber wê 7 cotkaran tenê 1 dinom erd çandin. hilbirîna zeviyan têra şêniyên gund û gundên derdorê jî kir.

Cotkaran û şêniyên gund diyar kirin ku ezmûna wan a çandiniya betata biser ket û gotin ku hilberîna berhemên herêma wan ji berhemên ji derve tanîn xweştir e.

Cotkaran dane zanîn ku di salên pêş de wê zeviyên betata hîn zêdetir biçîn in.

(şx)

ANHA