Gêrîlayê HPG Firat Korkmaz li Zapê şehîd bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gêralayê wan Firat Korkmaz  li herêma Zapê şehîd bû.

Gêrîlayê HPG Firat Korkmaz li Zapê şehîd bû
24 tîrmeh, 2018   12:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di 29’ê Çileya 2018’an de li herêma Zapê ya Herêmên Parastina Medyayê gêrîlayê wan Firat Korkmaz (Welat Colemêrg) ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da.

Nasnameya gêrîlayê şehîd wihaye:

Nasnav: Welat Colemerg
Nav û Paşmav: Firat Korkmaz
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik - Bav: Zubeyde - Yakûp
Cih û Demê Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medyayê / 29’ê Çileya 2018’an

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayê bi navê Welat Colemêrg li Colêmêrgê hatiye dinyayê û di malbateke welatparêz de mezin bûye. HPG’ê got ku, “Hevalê me Welat li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê bêdeng nema û di temenekî ciwan de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Rêhevalê me Welat bi dilpakî û dilsoziya xwe bal dikişand û her dem dixwest ji rêhevalên xwe tiştekî fêr bibe. Rêheval Welat tevî temenê xwe yê ciwan, bi berpirsyariyeke mezin tevlî nav xebatan bûye û heta kêlîka şehîdbûnê li ser esasê mîlîtanbûnê ji rêhevalên xwe re bûye mînak.

Ji ber şehadeta rêheval Welat, di serî de ji bo malbata Korkmaz em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin, heta ku gelê me azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”