Esyobiya sefîrê xwe yê nû li Erîteriyayê erkdar kir

Serokê Erîtreyê sefîrê nû yê bajarê xwe li Esyûbiyayê wek pêngavekê ber bi bidawîkirina şer û nakokiyên di navbera her du welatan de, erkdar kir.

Esyobiya sefîrê xwe yê nû li Erîteriyayê erkdar kir
21 tîrmeh, 2018   11:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Sputnîkê li ser zimanê Wezîrê Ragihandinê yê Erîtreyê Asyas Eforqê Eyn, Wezîrê Perwerdeyê Semîrî Rosom wek sefîr li Esyobiyayê erkdar kir. Ev pêngav ji bo bidawîkirina şer û nakokiyên ku ev 18 sal e dewam dikin, hate şîrovekirin.

Wezîrê Erîtreyê destnîşan kir ew ê wek wezîr di karê xwe de bimîne, her wiha dê erka sefîrê Erîtreyê li Edîs Ebab jî pêk bîne.

Di salên berê de Semîrî Rosom wek sefîrê Erîtreyê li Dewletên Yekbûyî bû û her wiha serokê herêma El-Wista jî bû.

Serokê Erîtreyê Esiyasî Eforqî roja Duşemê sefaretxaneya welatê xwe piştî ku têkiliyên wan ên diplomasî hatibûn qutkirin, careke din vekir.

(bx)