'Fikra rexnekirina avaker ji bo avakirina civakeke ronakbîr girîng e'

Hejmareke mamoste û lêkolîneran ku lêkolînên xwe di dîdargeha zanîngehan de pêşkêş dikin, diyar kir ku pêwîst e zîhniyeta ku li pêşiya pêşxistina fikra civakê dibe asteng, were tunekirin û zîhniyeteke nû dûrî desthilatdariyê were avakirin. Her wiha divê nifşekî nû û ronakbîr were avakirin û di perwerdeyê de fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re bingeh bigire.

'Fikra rexnekirina avaker ji bo avakirina civakeke ronakbîr girîng e'
'Fikra rexnekirina avaker ji bo avakirina civakeke ronakbîr girîng e'
'Fikra rexnekirina avaker ji bo avakirina civakeke ronakbîr girîng e'
'Fikra rexnekirina avaker ji bo avakirina civakeke ronakbîr girîng e'
'Fikra rexnekirina avaker ji bo avakirina civakeke ronakbîr girîng e'
21 tîrmeh, 2018   11:19

QAMIŞLO

Çalakiyên dîdargeha "Zanîngehên azad û demokratîk" di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. Di beşa duyemîn a dîdargehê de mamosteyên zanîngehên Rojava Zeynet Elî, Menan Cafer, Bedran Penaber û endamê Desteya Perwerdeyê ya dewletên ewropî Dr. Îbrahîm Seydo ku bi riya Skype beşdarî dîdaryê bûbû, lêkolînên xwe pêşkêş kirin.

Lêkolînên di dîdargehê de hatine pêşkêşkirin girêdayî rêbazên perwerdekirinê di zanîngeh, peymangeh û dibistanan de bûn. Her wiha rêbazên pêşxistina wan û asta têgihîştinê û madeyên di materyalê de hatine bicihkirin, hatin gotûbêjkirin.

Mamosteyan destnîşan kir ku vekirina akademiyan li Rojava gaveke girîng di aliyê perwerdeyê de ye, tevî hemû rewşên ku sîstema perwerdeyê tê re derbas dibe, weke kêmbûna kadroyên perwerdeyê, tunebûna pisporên ku karibûn çalakiyên perwerdeyê bi rê ve bibin.

Mamosteyan behsa pirsgirêkên rastî sîstema perwerdeyê hatine kir û got ku pirsgirêka bingehîn a sîstema perwerdeyê li Rojava rêbazên ezmûnan in û wiha got: "Em niha hewl didin têgehên nîqaşê di sîstema me ya perwerdeyê de bi pêş bixin û sîstema ezmûnên nîv û serê salê betal bikin."

Der barê rêbazên fikr û rexnekirina avaker û afirîner di civaka me de mamosteyan wiha anî ziman: "Rêbazên pêşxistina fikra rexnekirina avaker û afirîner û girîngî û pêkanîn wê berovajî sîstema zanîngehên rêjîma Sûriyeyê ne. Ango rêjîma Sûriyeyê şagirt û xwendekar bi rêbazên ezberkirinê û ne fêmkirinê perwerde dike. Di encamê de pêşveçûna civakê di aliyên çandî û fikrî de pêk nehat û çarçoveya fikra civakî sînordar bû. Çareserkirina vê xalê gelekî girîng e da ku rê li pêşiya çalakiyên perwerdekirinê were vekirin û hemû çandên pêkhateyan di nava xwe de bihewîne.

Pêwîstiya avakirina têkiliyan di navbera mamoste û xwendekaran de

Girêdayî ferq û cudahiya têkliyên xwendekaran bi mamsoteyan re, mamosteyan di lêkolînên xwe de eşkere kirin ku têkliyên di navbera xwendekar û mamosteyan de jî pirsgirêkeke din e û rêjîma Sûriyeyê ev pirsgirêk di nava xwendekar û mamoste de çandiye ew e ku tirs e. Bandora wê li ser xwendekaran mezin e ku baweriyê bi xwe neke û wiha dane diyarkirin: "Em niha berûvajî vê zihniyetê gotûbêj dikin. Divê em ji vê benda tirsê rizgar bibin û têkliyên li ser bingeha dostanî û rêzdariyê di navbera xwendekar û mamosteyan de ava bikin da ku xwendekar karibin nêrînên xwe bi awayekî azad û bê tirs pêşkêş bikin."

Mamosteyan destnîşan kir ku pêdiviya avakirina civakeke ronakbîr di bingeh de bi exlaq heye û pêwîst e nifeşkî nû û ronakbîr were avakirin û fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re bingeh bigire.

Piştî ku mamosteyan lêkolînên xwe bi dawî kirin, komîteya amadekar sînevîzyonek der barê kurtejiyana profesorekî amerîkayî û lêkolînên analîzkirinê de pêşkêş kir.

ANHA