Li dijî dagirkeriyê “Serî Hildin”

Koordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk  bang li Ciwanên Rojava kir ku di 24'ê Tîrmehê de li ber deriyê sînor ê di navbera Rojava û Başûr de (Deriyê Sêmalka) kom bibin da ku derbasî Herêmên Parastina Medyayê bibin û êrîşên dewleta tirk a dagirker şermezar bikin û piştgiriyê bidin gelê başûrê Kurdistanê.

Li dijî dagirkeriyê “Serî Hildin”
21 tîrmeh, 2018   11:07

QAMIŞLO

Îro Koordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê  ku ji aliyê Amed Memo ve hat xwendin, êrîşên dewleta tirk a dagirker li Herêmên Parastina Medyayê şermezar kirin û bang li tevahî ciwanan kir ku li dijî dagirkeriyê serî hildin. Daxuyanî li ber Navenda Dîplomasî ya Ciwanên Rojava ya bajarê Qamişlo hate dayîn.

Daxuyaniya ciwanan wiha ye:

"Ji bo tevahî ciwanên Rojava û gelê me yê welatparêz,

Îro em li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi êrîşên dagirkeriya dewleta tirk a faşîst re roj bi roj rû bi rû dimînin, hedef û armanca van hêzên zilmkar û neyar tunekirina şoreşa neteweya demokratîk û di şexsê vê de şikandina îradeya gelê herêmê û hêviyên wê yên ji bo jiyanekê azad û birûmet e.

Li Efrînê rojane zilmek di asta herî jor de tê meşandin,li ser tevahî herêmên rizgarkirî şerê taybet  dimeşînin û plan û projeyên dagirkeriyê  bi pêş dixin. Dewleta tirk a dagirker tenê Rojava na, li ser çar parçeyên Kurdistanê siyaset û şerê dagirkeriyê dide meşandin û di vê çarçoveyê de îro li ser başûrê Kurdistanê  bi hedefa Qendîlê operasyona dagirkeriyê heye. Bêdengiya hikumeta Başûr, dewleta Iraqê û hêzên navdewletî li beramberî vê tê wateya piştgiriya wê û dide diyarkirin ku konsepteke giştî li dijî xeta gelan a demokratîk li Rojhilata Navîn di kesayeta tevgera me ya azadiyê tê meşandin. Li dijî vê em serî hildidin. Wekî ciwanên Kurdistanê û ciwanên Sûriyeyê em dagirkeriyê tu carî qebûl nakin û li dijî vê em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Em çalakiya mertalên zindî ya ciwanên Başûr li Qendîlê silav dikin û em radigihînin ku em ê jî werin beşdarî çalakiya wan bibin. Em ê dest bidin hev û mil bi mil beramberî dagirkeriyê bisekinin. Beriya mehekê me carekê hewl da ku em derbasî başûr bibin, lê ev yek ji aliyê hêzên pêşmergeyên PDK`ê ve nehate hiştin. Careke din em ê berê xwe bidin deriyê Sêmalka û em ê bi israr bin ku bi xwişk û birayên xwe yên li Başûr bi hev re dijî dagirkeriyê bisekinin. Em li ser vî esasê bang li her kesî dikin ku 24`ê vê mehê bi me re werin ber deriyê Sêmalka da ku em derbasî başûr bibin. Heger hêzên PDK`ê careke din nehêlin ku em derbas bibin, em ê li dijî vê yekê bi israr bin û heta em dikarin derbas bibin em ê li ber deriyê Sêmalka bimînin. Pêwîst bike jî em ê bi mehan li wir çalakiya xwe bewrdewam bikin.

Bimire dagirkerî, bijî şerê me li di dijî dagirkeriyê.

Serî hilde, serî hilde ,serî hilde."