Ji bo derxistina çekdar û sivîlan otobus derbasî Quneyterayê bûn

Yekemîn beşa otobusên ku dê çekdar û sivîlan ji Quneyterayê ber bi korîdora Mork a bakurê gundewarên Hemayê ve bibin, derbasî herêmên di bin serweriya çekdarên opozîsyonê de bûn.

Ji bo derxistina çekdar û sivîlan otobus derbasî Quneyterayê bûn
21 tîrmeh, 2018   09:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê îro di saetên sibê de yekem beşa otobusên ku wê 2 hezar û 800 çekdar û sivîlan ji parêzgeha Quneytera derxin û wan ber bi korîdora Mork a gundewarên bakurê Hemayê ve bibin, derbasî herêmên din bin serweriya çekdaran bûn.

Bi sedan çekdar û sivîl roja Şemiyê ji parêzgeha Quneytera ya başûrê Sûriyeyê ku di bin dagirkeriya çekdarên opozîsyonê de ye, hatin derxistin.

Li gorî lihevkirina di navbera Rûsya û komên opozîsyonê de çekar û sivîl ji parêzgeha Quneytera hatin derxistin.

Midurê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Abdulrehman diyar kir ku derxistina kesên ku lihevkirina Quneytera red dikin, didome.

Hêzên rêjîma Sûriyeyê bi alîkariya Rûsyayê piştî ku herêmên Quneytera xistin bin serweriya xwe, hewl dide tevahî başûrê Sûriyeyê bixe bin serweriya xwe. Bi vê yekê tenê beşeke biçûk ji aliyê başûrê rojavayê gundewarên Deraayê ve di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de dimîne.

(bx/ew)