′Pêşniyarên me li ser pîvanên avakirina fikrênê civakî azad e′

Mamosteyê zimanê kurdî yê Zanîngeha Efrînê Mihemed Reşîd diyar kir ku di komxebata Rojava de pêşniyar û nêrînên rewşenbîrên hundir û derve kom kirin, da ku bixin pêşkêşiya fikrên civakî û civakê bi pêş bixin.

′Pêşniyarên me li ser pîvanên avakirina fikrênê civakî azad e′
21 tîrmeh, 2018   08:52

DIYAR EHMO – BÊRÎTAN MEDÛSA / QAMIŞLO

Mamosteyê zimanê kurdî yê Zanîngeha Efrînê Mihemed Reşîd destnîşan kir ku di destpêkê de û di dema rêjîma Baasê ya nîjadperest de zimanê kurdî hatibû perçiqandin. Reşîd diyar kir ku di her şoreşekê de aliyê wê yê îdeolojîk heye, ji ber wê gelek zext û zor li ser zimanê kurdî dihat kirin û nedihiştin ku di nava civakê de tu kes pê biaxive.

Reşîd got ku di şoreşê de civakê gelek girîngî da firkên xwe û girêdanên wan pê re xurt bûn û di şoreşê de ev yek bi pêş ket û bi taybet piştî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate ragihandin. Reşîd got ku ji ber wê wan zanîngehên xwe bi serbilindî û zadî, bi pîvanên biratiya gelan û jiyana hevbeş bi hemû zimanan vekirin.

Reşîd diyar kir ku gelek şaşiyên saziyên perwerdeyê hene, ji ber ku hîn jî di asta tecrube û avakirinê de ne. Reşîd got ku ew di komxebatê de hewl didin van şaşiyan sererast bikin da ku karê xwe bi awayekî baş bimeşînin.

Der barê komxebata ku li Zanîngeha Rojava tê lidarxistin de Reşîd destnîşan kir ku dê li ser sîstema perwerdeyê di hemû zanîngehên Bakurê Sûriyeyê de biryaran bigirin da ku sîstem di hemû zanîngehan de wekî hev bin, dûrî fikrên desthilatdar ên ku ji aliyê sîstemên dîktatorî ve têne meşandin û di rêya desthilatdariya xwe de zimanê xwe li ser civakê ferz dikin.

Reşîd li ser hemû xalên ku di komxebatê de derbas bûne axivî û destnîşan kir du lêkolînên girîng li ser zanista ken di serdemên berê de heta roja îro hene. Reşîd tekez kir mêvanên bi rêya Skype tev li komxebatê bûne, li ser fikrên civakî axivîn û got ew ê biryaran bidin da ku fikrên civakî di ber çavan re derbas bikin.  

Di dawiyê de mamosteyê zimanê kurdî Mihemed Reşîd got ew niha li hêviya nêrînên rewşenbîrên hundir û derveyî welat in da ku wek pêşniyar li ser sîstema zanîngehan ji hemû gel re were pêşkêşkirin.

(bx/ew)

ANHA