Îsraîl û Hemasê li ser agirbestê li hev kir

Bi navbeynkariya Misr û hin dewletan di navbera Îsraîl û tevgera Hemas a Filistînê li Xezayê de hevpeymana agirbestê pêk hat.

Îsraîl û Hemasê li ser agirbestê li hev kir
21 tîrmeh, 2018   08:54

NAVENDA NÛÇEYAN

AFP’ê ragihand ku piştî ku 4 filistînî di êrîşa Îsraîlê de hatin kuştin û di nava wan de 3 leşkerên Hemasê bûn û leşkerekî Îsraîlê jî li nêzî sînorên Xezayê hate kuştin, Îsraîlê û tabûrên Filistînê li Xezayê îro ji bo vegerandina agirbestê li hev kir.

Berdevkê tevgera Hemas Fewzî Berhûm di daxuyaniyekê de ragihand ku di encama xebatên navbeynkariyê yên Misr û hin dewletan de vegerandina agirbestê di navbera hêzên dagirkeriyê û tabûrên Filistînê de pêk hat.

Ev daxuyaniya Berhûm piştî dijwarbûna rewşa leşkerî li Xezayê pêk hat û metirsiya pevçûnên berfireh di navbera Îsraîl û tabûrên Filistînê de zêde bû.

Şandeyê Netewên Yekbûyî yê taybet ê Rojhilata Navîn Nikolay Mladenov bang li her du aliyên Îsraîl û Hemasê kir ku ji provokasyonan dûr bikevin.

Beriya ragihandina agirbestê çavkaniyên Filistînê ragihand ku topavêjên Îsraîlê gelek top bi aliyê Xezayê ve avêtin.