Ji bo parastina xwe dîwar ava kirin

Di nav bêdengiya navdewletî de, şêniyên gundên li ser sînorên di navbera Rojava û Bakur de ji bo parastina xwe ji binpêkirinên artêşa tirk li ber deriyên malên xwe dîwar ava kirin.

Ji bo parastina xwe dîwar ava kirin
Ji bo parastina xwe dîwar ava kirin
Ji bo parastina xwe dîwar ava kirin
Ji bo parastina xwe dîwar ava kirin
21 tîrmeh, 2018   06:11

RÊNAS REMO-KADAR IBRAHÎM/QAMIŞLO

Bi dehan gundên girêdayî navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê li Bakurê Sûriyeyê, li ser sînorên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de ne. Ev gund di van 2 salên dawîn de rastî dijwartirîn êrîşên dewleta tirk hatine ,berhemên çandiniyê yên şêniyan şewitandine û destûr nedan ku şivan şivantiyê bikin.

Leşkerên artêşa tirk ji destpêka Tîrmehê ve, zevî û berhemên çandiniyê yên şêniyên gundê Kêl Hesnak û herêma Cihreh şewitandin û di 7 Tîrmehê de şivan hedef girtin.

Binpêkirinên artêşa tirk ên herî dawî der heqê şêniyên navçeya Tirbespiyê de, bûye cihê tirs û xofa şêniyan û bi taybet zarokan.

Welatiya bi navê Meleke Mihemed Melek a ji gundê Kêl Hesnak yê 1 km ji sînor dûr e û 15 km li bakurê rojhilatê navçeya Tirbespiyê ye, xuya kir ku di van 3 mehên dawîn de leşkerên artêşa tirk rojane di nîvê şevê de, gule bê ser û ber li ser gund berdidan û her wiha gogên sojer diavêtin nav zevî û berhemên şêniyên gund.

Di nav bêdengiya navdewletî de û ji bo parastina xwe, şêniyên van gundan dîwar li ber deriyên malên xwe ava kirin. 

Welatiya bi navê Eyşe Mecîd a ji gundê Kerdîm nêzî sînorê ye, diyar kir ku di van salên dawîn de bi awayekî dijwar hatine hedefgirtin û wiha pê de çû: "Tirkiye ji qanûnên navdewletî û sînorên cîranan re rêzê nagire. Mirov, lawir û heta erdên çandiniyê topbaran dike."

Eyşe xuya kir ku artêşa tirk malên sivîlan bi armanca valakirina gundan ji niştecihên resen topbaran dike.

(şx/ew)

ANHA