Ji Rûsya û DYA`yê xebata hevpar ji bo penaberên Sûriyê

Rûsyayê ragihand ji bo vegera bi milyonan penaberên Sûriyê ku ji ber şer reviyane wan teklîfa xebata hevpar dane DYA’yê.

Ji Rûsya û DYA`yê xebata hevpar ji bo penaberên Sûriyê
21 tîrmeh, 2018   06:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê derbarê vegera penaberan ‘pêşniyarên zelal’ dane ber rayedarên DYA’yê. General Mîhaîl Mîzîntsev ku li ser navê wezaretê daxuyanî dayî, got pêşniyarên ku wan kirine, li gorî lihevkirina di navbeyna Donald Trûmp û Vladîmîr Putîn de, ya li paytexta Fînlandiya Helsînkî, ev pêşniyar hatine amadekirin.

Di nav wan pêşniyaran de ku Rûsyayê daye DYA’yê ew peşniyar jî heye ku penaberên Sûriyê yên çûne Urdun û Lubnanê divê vegerin ser xaka xwe ya beriya şer. Ji bo vê pêşniyara wê tê kirin ku şandeyên Rûs, Amerîkî û Urdunî li paytexta Urdunê Ammanê komeke hevpar a xebatê were avakirin. Hate gotin heman pêşniyar ji bo Lubnanê jî hatiye kirin.

Generalê Rûs Mîzîntsev diyar kir Rûsya ji bo nûjenkirina binesaziya Sûriyê hewl dide ku komeke hevpar a xebatê ya bi armanca fînansê tê  avakirin.

Tê gotin Amerîkî li ser pêşniyarên Rûsyayê hûr dibin.

Hatibû gotin ku di rûniştina Trûmp û Putîn de li ser gelek mijaran li hev kirine lê bi berfirehî ti agahiyek nehatibû parvekirin.