Rewşa siyasî û mijarên xizmetguzariyê bi şêniyên Reqayê re hatin nîqaşkirin

Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD‘ê rewşa siyasî ji şêniyên gundewarên Reqayê re şîrove kir û nêrîn û pirsgirêkên wan gundar kir.

Rewşa siyasî û mijarên xizmetguzariyê bi şêniyên Reqayê re hatin nîqaşkirin
Rewşa siyasî û mijarên xizmetguzariyê bi şêniyên Reqayê re hatin nîqaşkirin
Rewşa siyasî û mijarên xizmetguzariyê bi şêniyên Reqayê re hatin nîqaşkirin
19 tîrmeh, 2018   15:41

REQA

Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD‘ê bi armanca nirxandina rewşa siyasî û guhdarkirina pirsgirêkên civakî civîneke li gundê Xeyala ya dikeve rojavayê Reqayê lidar xistin.

Bi dehan şêniyên gundewarên Reqayê, şêx û rûspiyên Reqa, Tebqa, Sirîn, Endamê Desteya Siyasî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Hesen Mihemed û Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Ebid Hamid El-Mihbaş tevlî civînê bubûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanên cangoriyên azadiyê destpê kir. Paşê Endamê Desteya Siyasî yê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî axaftin kir û bal kişand li ser lidarxistina Kongreya Sêyemîn a MSD‘ê ku li navçey Eyn Îsayê hatibû lidarxistin û ev tişt anî ziman, "Mafê we ye ku hûn bizanibin ku di Kongre de çi bo û çi biryar derbarê Bakurê Sûriyê de hate standin. Mafê gelê Bakurê Sûriyeyê ku nêrînên xwe derbarê biryar û gavên MSD‘ê pêk bîne."

Endamê Desteya Siyasî ya MSD‘ê Hesen Mihemed Elî anî ziman ku pêşeroja rêjîma Sûriyê di Reqayê de tuneye, hemû gotegotin ku têne belavkirin ku rêjîma li çarkoşeyeke Reqayê heye, ne rast in.

Bi navê şêx û rûspiyên Reqayê Şêx Mihemed Nûr El-Zîb û bi navê şêxên Tebqayê Şêx Fewaz El-Bêk û bi navê Meclîsa Jinên Sûriyê Zuleyxa Ebdî axivîn. Di axaftinan de hate gotin ku civaka Reqayê bi hemû beşên xwe piştgiriyê didin QSD‘ê û rê nadin k utu hêz ji bilî QSD‘ê derbasî Reqayê bibe.

Kesên axivîne gotin, "Reqa bi xwîna şervanên QSD‘ê hat rizgarkirin, ne mafê hêzên derve ye ku derbasî herêmê bibe."

Piştî nirxandina rewşa siyasî, welatiyan pirsgirêkên civakî, ji wan kêmbûna av û eleketrîkê li gundên Dêran, Sehlebiya rojava anîn ziman û li ser çawaniya çareserkirinê nîqaş kirin.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê anî ziman ku ew ê pirsgirêkan radestî aliyên têkildar bike da ku were çareserkirin.

(bb)

ANHA