Çete li Efrînê li ser parvekirina milkên sivîlan şer dikin

Li Cindirêsê ya girêdayî Kantona Efrînê çeteyên artêşa Tirk bi hev ketin. Li gorî agahiyan gelek kuştî û birîdarên wan hene.

Çete li Efrînê li ser parvekirina milkên sivîlan şer dikin
Çete li Efrînê li ser parvekirina milkên sivîlan şer dikin
Çete li Efrînê li ser parvekirina milkên sivîlan şer dikin
19 tîrmeh, 2018   14:08

CAFER CAFO / EFRÎN

Çavkaniyan ji herêma Efrînê ji ajansa me re dane zanîn ku ji saetên sibehê ve çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li gundên Goran, Hac Iskender, Nisriyê, Mele Xeîl û Dêr Belût ên herêma Cindirêsê ya kantona Efrînê bi cih bûne şer dikin. 

Li gorî heman çavkaniyî, çeteyan di dema şer de sivîl wekî mertalên zindî bi kar di anîn.

Çavkaniyî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker destek da hin çeteyên li gundên Hac Iskender, Nisriyê, Mele Xelîl û Dêr Belût xwe bi cih kirin û got ku 10 wesayîtên leşkerî ji wan re şandin.

Her wiha çavkanî tekez kir şer li ser parvekirina mal û milkên sivîlan derket û diyar kir kku di şer de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

(şx)

ANHA