Aliyên siyasî yên Iraqê encamên hilbijartinan qebûl kirin

Serokatiya Komara Iraqê diyar kir ku aliyên siyasî yên Iraqê biryar dane ku encamên hilbijartinê bi pejirênin.

Aliyên siyasî yên Iraqê encamên hilbijartinan qebûl kirin
19 tîrmeh, 2018   09:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Di 12’ê Gulana 2018’an de hilbijartinên Parlamentoya Iraqê pêkhatin, ji wê rojê heya niha hêjî şefaftiyek neketiye di nava encamê hilbijartinê de. Alî ji encaman nerazîne, hilbijartin dûbare hat kirin lê hêjî di nava aliyên siyasî de hemahengiyek ji bo hikûmeta nû nehatiye avakirin. Liv û tevgera aliyên siyasî yên Iraqê berdewam dike.

Duh êvarî li koşka serokatiya Komara Iraqê, civînek ya aliyên siyasî û komên giştî yên Parlamentoya Iraqê li Bexda pêkhat. Piştî ku civîn bi dawî bû daxuyaniyek hat belav kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hemû aliyên siyasî û komên giştî yên Parlamentoyê ku bejdarî civînê bûyîn, biryar dane ku encamên hilbijartinê bi pejirênin. Herwiha hat xwestin xebatên hejmartina dengan a bi dest leztir bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha jî hate gotin; “Yên tevlî civînê bûne, diyar kirine ku xwepêşandanên dûr tundutûjiyê mafê destûrî yê hemû welatiyek ê welate. Ew daxwazên ji bo xizmetgûzarî, dayîna derfetên kar, başkirina rewşa jiyana welatiyan û daxwazên din hemû rewşane. Her wiha piştgiriya hikûmeta Iraqê ya ji bo bikaranên rêyên guncav dikin û biryara pêkanîna bicihkirina daxwazên xwepêşandêran dikin.”