Komîteya Civak û Baweriyan li Dêrikê cîvînek li dar xist

Bi dirûşma "Aştiya demokratîk bingeha avakirina exlaq e” Komîteya Civak û Baweriyan a herêma Dêrikê civînek organîze kir. Di civînê de nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Kongreya Îslama Demokratîk re şandibû jî hate xwendin.

Komîteya Civak û Baweriyan li Dêrikê cîvînek li dar xist
7 tîrmeh, 2018   12:44

QAMIŞLO

Komîteya Civak û Baweriyan li Dêrîkê civînek li dar xist. Di civînê de gelek zanyarên olî yên herêma Dêrikê amade bûn. Civîn bi dirûşma "Aştiya demokratîk bingeha avakirina exlaq e" li Hola Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan bi deqeyeke rêzgirtinê hate destpêkirin.

Endamê komîteya amadekar a civînê Mazin Harûnî xêrhatina mêvanan kir û girîngiya konferansê ji beşdaran re şîrove kir. Her wiha nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdulhah Ocalan di  sala 2014’an de ji Kongreya Îslama Demokratîk a li Amedê re şandibû, di civînê de hate xwendin. Di civînê de wê semînerên ku hatine hazirkirin werin pêşkêşkirin.

Komîteya amadekar da zanîn ku dê gelek civînên bi vî rengî li hemû heremên Bakurê Sûriyeyê werin lidarxistin.

(cu/ew) 

ANHA