QSD: Çalakiya ewlehiyê li Reqayê kunên terorîstan armanc dike

Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku bi hevkariya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Reqayê re li dijî kunên terorîstan û komên ku hewl didin tevliheviyan li bajêr derbixînin, dest bi çalakiyeke hevbeş kirine. Her wiha piştrast kir ku çalakî di cih û dema xwe de diyar e.

QSD: Çalakiya ewlehiyê li Reqayê kunên terorîstan armanc dike
24 hezîran, 2018   10:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Birêveberê Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mistefa Balî daxuyaniyek da raya giştî û têde destpêkirina çalakiyeke hevbeş bi Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Reqayê re li dijî kunên terorîstan ku derbasî bajêr bûne ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Di van demên dawî de li rex zêdebûna gefxwarinên Tirkiyeyê banga hin pêxwasên rêjîmê ya vegerandina rêjîma Baasê li bajêr, hin kiryarên terorîst ku têkşikandina aramiya bajarê Reqayê armanc dikin. Di encama van buyeran de tengezarî li ba welatiyên bajêr çêbû. Evan kiryarên terorîstan li dijî sivîlan pêk dihatin û di encamê de gelek welatiyên sivîl bûn qurbanî û li paş van kiryaran DAIŞ heye.

Evan êrîşên terorîstan di heman dema gefxwarinên Tirkiye û rêjîma Sûriyeyê de li dijî herêmên ku ji aliyê hêzên me ve hatine rizgarkirin û rêveberiya wan radestî welatiyên wan hatine kirin, pêk tên. Rêveberiyên van herêman jî ji aliyê hemû welatiyan ve hatiye erêkirin û ev yek ne li gorî dilê Tirkiyeyê ye ku gel bi xwe rêveberiya xwe bike û îdareya xwe ya demokratîk ava bike.

Ji ber van buyeran Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Reqayê bi hevkariya bi QSD'ê re çalakiyeke hevbeş li dijî kunên terorîstan û komên ku hewl didin aramiya bajêr têk bibin da destpêkirin. Di vê çalakiya hevbeş de şevê din 23'yê Hizêranê derketina bi şevê hate qedexekirin. Çalakî hêjî berdewam e.

Çalakiya ewlehiyê di cih û dema xwe de diyar e. hêzên me heta niha gelek terorîst girtin û miqdareke mezin ji çekan li ba wan desteser kirin her wiha li ba wan gelek belge desteser kirin û têde berpirsiyariya gelek aliyan ji van sûc û kiryarên terorîst ên vê dema borî yên li bajarê Reqayê piştrast dike."

ANHA