Pêngava "Belavkirina Xwarina Fitarê" didome

Saziya Karûbarên Olî pêngava "Belavkirina Xwarina Fitarê" ya bi armanca alîkardayîna bi malbatên xizan re didomîne.

Pêngava "Belavkirina Xwarina Fitarê" didome
27 gulan, 2018   16:02

REQA

Pêngava "Belavkirina Xwarina Fitarê" ji destpêka meha Remezanê ve ji aliyê Saziya Karûbarên Olî ya Meclîsa Sivîl a Reqayê û hejmarek welatiyan ve hate destpêkirin. Armanca pêngavê ew e ku barê malbatên pêwîstiya wan bi alîkariyê heye sivik bike û cureyên xwarinê li wan belav bike.

Her parek alîkariyê ji 8 kg zebze, nîv kg goşt, turbeyek na, 1 kg birinc, 4 pakêt makeron û şîranî.

Rojane 250 par li malbatan têne belavkirin.

Derbarê mijarê de, Hevserokê Buroya Karûbarên Olî Elî Nayif El-Şiêb diyar kir ku armanca wan ew e ku bare malbatên xizan sivik bike  û bang li aliyê têkildar kirin ku alîkariyan pêşkêşî malbatên xizan ên Reqayê bikin.

(şx)

ANHA