Serî jêkirin û cenazeyên wan di dersdayênê de bikar anîn

Çeteyên Artêşa Tirk jinek û welatiyek ku serê wan jêkirin, cenzeyên wan jî ji bo dersên tendursî bikar anîn.

Serî jêkirin û cenazeyên wan di dersdayênê de bikar anîn
27 gulan, 2018   12:27

EMÎNA EL-ELÎ/REQA

Çeteyên DAIŞ`ê dema herêm dagirkirin, kiryarên hovane li dijî şêniyên herêmê pêk anîn. Çeteyan li Reqayê  jinek û zilamek înfaz kirin û serê wna jêkirin, paêş cenazeyên wan li zanîngeha ku kiribûn a tenduristiyê di dayîna dersên tenduristî de bikar anîn. Navenda kiribûn zanîngeha Tenduristiyê niha navenda Sendîqa Endizyar û Bijîşkan a Reqayê ye.

Çeteyan cenazeyên herdû welatiyan xistin sindoqeke hesin û henitandin (Hişek kirin) Li gorî diyar dibe temenê zilam 65 sale û yê jinê 35 sal e. Cenazeyê jinê serê wê jê hatiye birîn û hinder wê hatiye vekirin û nava wê hemû hatiye derxistin.

 Serokê Komîteya Tenduristî ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Dr. Ehmed Îsmaîl Xeîl derbarê mijarê got ku dema ew li navenda sendîqa bijşkan û endizyaran digeriyan li cenazeyê zilam û jinê rast hatin û wiha got: "Madeya di tehnît (Hişkirin) de hatiye bikaranîn ji bo parstina laşê zindiyan piştî mirinê tê bikaranîn. Lewma herdû cenaze hîn parastina şeklên xwe kirine."

(dc)

ANHA