′Komploya li ser Efrînê bi dawî nebûye′

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca nirxandina rewşa Sûriyê dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê re civînek ji şêniyên gundê Um El- Hoş re lidar xist.

′Komploya li ser Efrînê bi dawî nebûye′
′Komploya li ser Efrînê bi dawî nebûye′
′Komploya li ser Efrînê bi dawî nebûye′
27 gulan, 2018   11:49

ŞEHBA

Bi dehan şêniyên gund beşdarî civînê bûn. Civîn bi rêzgirtin destpê kir. Paşê yek ji rêveberên TEV-DEM`ê Hesen Koçer li ser pêşketin û rewşa dawî ya li ser asta navdewletî û bi taybet a Sûriyê axivî.

Koçer got ku komployên navdeweltî li ser Efrînê bidawî nebûne û wiha dom kir: "Dewleta Tirk a dagirker gelek siyasetên xwe yên qirêj li Efrînê dimeşîne. Di destpêkê de nikarîbûn ku îradeya gelê Efrînê bişkînin. Gelê Efrînê destek dan Berxwedana Serdemê. Niha jî dagirker dixwazin bi şêwazên din mîna revandin, kuştin û talankirin îradeya gelê me bişkînin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber çavên hemû duniyayê kiriyarên qirêj li Efrînê pêk tîne."

Koçer di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Rûsiya dixwaze ku şêniyên Efrînê radestî Tirkiyê bike û ev tişt anî ziman: "Rûsiya êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê erê kir. Da berjewendiyên xwe yên aborî bi Tirkiyê re zêde bike."

Koçer di dawiyê de got ku gelê Efrîn li ber xwe da û ev berxwedanî kete rûpelên dîrokê û wiha bidawî kir: "Berxwedaniya gelê Efrînê li Şehbayê dikin û dagirkeriya Osmanî ji xwe re qebûl nekirin. Ev yek ji hemû dewletên ku bi navê mirovatiyê de bang li xwe dikin tekez dike ku gelê Efrînê amade ne li hember hemû zehmetiyan li ber xwe bidin û tu carî xwe radestî dijminên xwe nekin."

Di dawiya civînê de jî bersiva pirsên beşdaran hate dayîn.

Tê payîn civîneke din bi vî rengî wê îro êvarî li gundê Til Qerah were lidar xistin.

 

ANHA