Kurdên li Lubnanê li hemberî dagirkeriyê daketin qadan

Kurdên li Lubnanê jiyan dikin li pêşiya avahiya Komseriya NY‘ê dagirkeriya Tirkiyê ya li Kurdistanê şermezar kirin.

Kurdên li Lubnanê li hemberî dagirkeriyê daketin qadan
26 gulan, 2018   18:44

BEYRÛT

Kurdistaniyên li paytexta Lubnan Beyrûtê jiyan dikin, bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk li pêşiya Avahiya Komseriya NY‘yê ya li herêma Riyad El-Silh a li Beyrûtê çalakiyek li dar xistin.

Çalakgeran posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên qurbaniyên komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê û alên YPJ û YPG‘ê hilda bûn.

Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê rêz hate girtin. Paşê bi navê kurdên li Lubnanê Cîhan Qere Hesen daxuyanî xwend.

Cîhan Qere Hesen daxuya kirin ku dagirkeriya Tirkiyê binpêkirinên xwe yên li dijî gelê Kurd û destkeftiyên wê yên pîroz didomîne û wiha domand, "Bûyerên ku li Efrînê rû didin û beriya wê bakurê Helebê ji polîtîkeyên guhertina demograhî di gel bêdengiya raya giştî hatin kirin ji ber bêdengiy rewş gihişt vê astê. Gelê Kurd di dirêjahiya dîrokî de rastî komkujiyan ji aliyê faşîzmê ve hatin. Niha jî em li pêşberî cureyek nû ji cureyên dagirkeriyê ne, ev yek bi piştgiriya komên çete têne kirin.

Cîhan Qere Hesen, bang li civaka navdewletî kir ku erka xwe pêk bînin û zextê li AKP‘ê bikin bila dagirkeriya xwe rawestînin. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrupa kir ku sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk ên li Efrînê deyne û wiha anî ziman, "Em di wê baweriyê de ne ku gelê me û banga seferberiyê ya li hemberî polîtîkeyên kuştin, lêdan, koçberkirin, destdirêjiya li ser jinan, talankirin û wêrankirin, pêk bîne. Em dibînn ku erka her mirovekî demokrasxwaz e têkoşînê zêde bike û li her deverê bikin qadên berxwedanê. Her wiha em tekez dikin ku YPG û YPJ‘ê wê herêmê rizgar bike û şêniyan li warê wan vegerîne."

Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Efrînê, YPG û YPJ, bimre faşîzma Tirkiyê û erê ji aşîtiyê re" bi dawî bû.

(bb)

ANHA