Hêrsa gel a li dijî dagirkeriya Tirkiyê zêde dibe

Bi sedan welatiyên navçeya Amûdê li hemberî dagirkeriyê serî hindan.

Hêrsa gel a li dijî dagirkeriya Tirkiyê zêde dibe
Hêrsa gel a li dijî dagirkeriya Tirkiyê zêde dibe
Hêrsa gel a li dijî dagirkeriya Tirkiyê zêde dibe
Hêrsa gel a li dijî dagirkeriya Tirkiyê zêde dibe
Hêrsa gel a li dijî dagirkeriya Tirkiyê zêde dibe
Hêrsa gel a li dijî dagirkeriya Tirkiyê zêde dibe
26 gulan, 2018   18:10

QAMIŞLO

Hêrsa gel a li hemberî dagirkeriya Tirkiyê her diçe zêde dibe. Bi sedan welatiyên navçeya Amûdê îro daketin qadana û dagirkeriya Tirkiya ya li Kurdistanê û Efrînê şermezar kirin.

Meş ji qada Şehîd Cûdî ber bi qada Jina Azad ve dest pê kir.

Meşvanan alên YPG, YPJ, Kongreya Star ûTEV-DEM û pankartên binivîsên "Ji dagirkeriya Tirkiyê re na,  meşa gelan a li hemberî dagirkeriya Tirkiyê, Efrînê wê bi serkeve û Efrîn ji çeteyan re wê bibe goristan" hilda bûn.

Meşvana li kolanên navçeyê geriyan û bê navber dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê beriz dikirin.

Meş li qada Jina Azad veguherî mîtîngê. Rêvebera Kongreya Star Minewer Elî û Hevseroka Meclîsa Navçeya Amûdê Selwa Silêman axivîn.

Di axaftinan de çalakiyan gelan ên li dijî dagirkeriya Tirkiyê hatin silavkirin û hatin gotin ku îradeya gelê Efrînê li hemberî dagirkeriyê wê bi serkeve û berxwedana gel berdewam e ta şêniyên Efrînê vegerin warê xwe.

Di axaftinan de banga zêdekirina bilindkirina asta têkoşînê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê hate kirin.

Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.

(bb)

ANHA