Waliyê Dihokê têkildarî aloziya li Girtîgeha Dihokê daxuyanî da

Waliyê Dihokê Ferhad Etrûşî eşkere kir ku li Girtîgeha Çaksazî ya Dihokê girtiyekî ku sê caran cezayê darvekirinê lê hatiye birîn hewl daye derî bişkêne û ji ber aloziya derketî agir berdaye odeya xwe. Etrûşî got ku ji ber şewata derketî 7 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Waliyê Dihokê têkildarî aloziya li Girtîgeha Dihokê daxuyanî da
26 gulan 2018   17:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê Dihokê Ferhad Etrûşî derbarê aloziya li Girtîgeha Çaksazî ya Dihokê derketî civîna çapemeniyê lidar xist. Etrûşî diyar  ku di girtîgehê de şer derneketiye û girtiyê bi navê Sadam ku 3 caran cezayê darvekirinê lêhatiye birîn, xwestiye deriyan bişkîne. Etrûşî got ku li ser vê yekê alozî çêbûye û wî kesî agir berdaye oda xwe.

Her wiha Etrûşî got ku hinek girtiyên ku cezayê darvekirinê li ser wan heye, hewl dane deriyan bişkînin û birevin derve, lê bi serneketine û got; "Di encama bûyerê de li beşa 'girtiyên terorê' 7 kesan jiyana xwe dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.Ti destwerdanek ji derve nebûye û ti pevçûnek di navbera ti aliyekê de çênebûye. Bûyer di encama agirberdana girtiyekê de çêbûye û yên din jî li gel de fetisîne."

Waliyê Dihokê Ferhad Etrûşî destnîşan kir ku li Girgîgeha Çaksazî ya Dihok hezar û 415 girtî hene. Ji wane hezar û 35 kes hatine cezakirin û 340 kes jî bi madeya terorê cezayê mûebetê girtîne.

Hêjayî gotinê ye ku, li gorî hinek çavkaniyan li girtîgeyê şer di nava girtiyên Kurd û Ereb çêbûye. Lê Waliyê Dihokê ev yek red kir.