‘Em ê têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê zêdetir bikin‘ 

Şêniyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku dewleta Tirk hewl dide çand û zimanên gelê herêmê bihelînin û gotin ku têkoşîna wan a li dijiî dagirkeriyê berdewam e.

‘Em ê têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê zêdetir bikin‘ 
26 gulan, 2018   13:44

EHMED SEMÎR – XAMDÎ ELO / QAMIŞLO

Îro li sersanserî Rojava û Bakurê Sûriyê, di roja Cîhanî ya li dijî Dagirkeriya Tirkiyê çalakî hatin lidarxistin.

Bi hezaran welatiyên Qamişlo bi heman armancê daketin qadan û nerazîbûnên xwe nîşanî binpêkirinên dewleta Tikr ên li Efrînê dan û polîtîkeyên wî yên guhertina demografî şermezar kirin.

Hejmarek ji kesên ku beşdarî çalakiyê bibûn, nêrînên xwe ji ANHA‘yê re anîn ziman û diyar kirin ku ew siyastên dagirkirinê qebûl nakin û gotin ku îradeya gel tekez wê bi serkeve.

Zeyneb Elî: Ne ji mafê dewletekê ye xaka dewleteke din binpê bike û beşekê jê dagir bike. Em jî wekî gelên kantona Qamişlo qebûl nakin xaka me were dagirkirin. Gelê Efrînê jî li hemberî kiriyarên derexlaqî, binpêkirinên deweleta Tirk û guhertinên demografî li ber xwe didin. Bi piştgiriya gelên Bakurê Sûriyê û cîhanê îradeya gelê Efrînê wê bi ser bikeve û xaka Efrînê ji dagirkeran were paqijkirin.

Zekiya Cûma: Ji bo Efrînê çi were xwestin em amade ne. Em qebûl nakin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê bimînin, ji ber ku Efrînê ya gelê wê ye. Dewleta Tirk niha li Efrînê zimanê Tirkî feriz kiriye, daxwaza çanda gelê herêmê ji holê rake, lê armancên dagirkeran wê neghêjin serî.

Silêman Ehmed Osman: Em daketine qadan da ku ji cîhanê re diyar bikin ku ev qas kes li dijî dagirkeriya Tirkiyê ne û li piştî Efrînê ne. Dewleta Tirk hewl dide herêmên din ên Kurdistanê dagir bike. Li Efrînê sivîlan direvînn, jin û zarokan dikuje û malên wan desteser dike. Em ê li kolanan bidin û berxwedana xwe mezin bikin ta herêmên xwe ji dagirkeriya Tirkiyê paqijkin.

(bb)

ANHA