Ciwanên Reqayê sporê pêş dixin

Komîteya Ciwanan û Sporê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê turnova fotbolê bi boneya Meha Remezanê lidar xist. Deh tîmên fotbolê beşdarî turnovayê bûn.

Ciwanên Reqayê sporê pêş dixin
Ciwanên Reqayê sporê pêş dixin
Ciwanên Reqayê sporê pêş dixin
26 gulan, 2018   13:03

REQA

Tornuva bi diruşmeya "Em bi hev re sporek baştir bikin" bi beşdarbûna deh tîmên herêma Reqayê hate destpêkirin. Turnova dê mehekê dewam bike. Matşên turnova li lîstgeha Firat a li başûrê Çerxeriya Saa tên lidarxistin.

Matşa yekem di navbera Tîma Mezreet Hitîn û Cezîrê de hate lidarxistin. Di matşê de tîma Mezret Hitîn 5 beranberî yek Golan ji tîma din re, bi ser ket.

Endamê Komîteya Ciwanan û Sporê ya Reqayê Ibrehîm El-Necim derbarê mijarê de ji ajanas me re axivî û got ku aramnca wan ji turnovayê ew ku rola ciwanan û berhemendiyên wan derbixin pêş.

(dc)

ANHA