Çalakiya şofêrên Îranê berfireh dibe

Çalakiya şofêrên Îranê di roja xwe ya 5’an de berdewam dike. Her ku diçe çalakiya şofêran mezin dibe, wê şofêrên Kirmaşan û Sine jî beşdarî çalakiyê bibin.

Çalakiya şofêrên Îranê berfireh dibe
26 gulan, 2018   13:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Hemû kesê ku li Îranê dijîn, nerazîne. Her roj dengek ji aliyek ve tê. Çi kasibkar, esnaf çi jî şofêr be li hemberî rewşa heyî û aboriyê çalakiyan lidar dixin. Şofêrên wesayitên bar yên Îranê jî ev 5 roje di nava çalakiyan de ne. Şofêrên Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî giranbûna bihayê parçeyên bar û kêmbûna heqê bar di nava çalakiyan de ne.

Hêzên Îranê jî weku hemû carên din xwe negirtin û dixwazin çalakvanan bêdeng bikin. Hêzên Hikûmetê li parêzgeha Bender Ebasî mûdaxeleyê çalakvanan kir û gaz avêt ser xwepêşandêran. Li parêzgeha Urmiyê jî polîsan êrîşê şofêran kir.

Ev 5 roje greva şofêran berdewam dike. Hema bêje li seranserê Îran çalakî berfireh dibin.