Li parêzgeha Hemaya rêze teqîn pêk hatin

Li derdora balafirgeha Hemayê rêzeteqîn pêk hatin. Derbarê encamên teqînê de heta niha tu agahiyên zelal ne hatine dayîn.

Li parêzgeha Hemaya rêze teqîn pêk hatin
18 gulan, 2018   12:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvanan li ser malperên civakî diyar kirin ku li Hemayê rêze teqîn pêk hatin û derbarê mijarê wêneyên ku dûman rabûye weşandin.

Ajansa Nûçeyan a Rêjîma Sûriyê Sana derbarê mijarê de got ku li derdora balafirgeha Hemayê dengê 4 teqînan hatiye bihîstin. Hin derdroan gotin ku Îsraîl bi belaviran hin bargehên leşkerî bombebaran kiriye. Lê heta niha derbarê mijarê de tu daxuyaniyên fermî derneketine.

Malpera Çavdêriya Maflê Mirovan jî derbarê mijarê de got ku li bajarê Hema û derdora wê dengê hejmarek teqînan li pey hev hatiye bihîstin. Teqîn li nêzî Balafirgeha Leşkerî ya Hema ku li nêzî bajarê Hemayê ye pêk hatiye.

Derbarê encamên teqînê heta niha tu agahî ne hatine bidestxistin.

(dc)