Dixwazin Cisir Eş-Şixur bi temamî bikin bajarekî Tirkî

Artêşa Tirk a dagirker çarenûsa Cisir El-Şixûr diyar kir. Wek ku hatiye payîn wê tevlî Tirkiyê bikin, diyar dikin.

Dixwazin Cisir Eş-Şixur bi temamî bikin bajarekî Tirkî
Dixwazin Cisir Eş-Şixur bi temamî bikin bajarekî Tirkî
14 gulan, 2018   10:13

HOGIR NECAR / NAVENDA NÛÇEYAN

Kerwanekî leşkerî yê girêdayî artêşa Tirk a dagirker di riya korîdora Keferlosîn derbasî herêmên di bin dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê de ne, bûn. Karwanê leşkerî ji 150 tirmpêlên leşkerî pêk dihat. Li wê derê artêşa Tirk a dagirker hewil dide ku nuqteya herî dawî ya di bin navê çavdêriyê ya li Bakurê Sûriyê ava bike.

Wek ku hatiye payîn artêşa Tirk a dagirker nuqteyên xwe li wê derê tesbît bike. Her wiha wê nuqteyên xwe li gundewarên bakur ên parêzgeha Lazqiyê, Sehil El-Xab ê rojavayî Hemayê ava bike. Ji aliyekî din ve jî artêşa Tirk a dagirker nuqteyên çavdêriyê li gundewarên rojava yên Cisir EL-Şixûr ê bajarê Îdlibê di nava çend roja de ava dike. 

Li gorî çavdêran diyar dibe ku Tirkiyê dixwaze di riya deriyaya spî re xwe bighîne  dewletên Afrîqa.

 Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di kongra çapemenî ya ku li Balifirgeha  Atatirk hate lidarxistin de diyar kir ku ew ê di nava du heftiyan li pêşiya erdû nuqteyên xwe yên dawî ava bikin. Her wiha çavdêran destnîşan kirin ku Erdogan bi daxuyaniyên xwe dixwaze ku herêmê bi temamî girêdayî Tirkiyê bike.

Ji bo ku xwe di herêmê de biparêze.

Ji aliyekî din ve jî çalakvanan diyar kirin ku nuqteya herêma Cisir El-Şixûr a herî nêze ji bajarê Îştebreq û Xana re ye. Her wiha wê nuqteyeke şopandinê li Cebel Şehşebo yê gundewarên Hemayê ava bike û nuqteya gundê Kebîna ya gundewarên bakurê Laziqiyê xurt bike.

Tişa ku Serokê şandeya bi navê "Hêzên Şoreşa Sûriyê" Ehmed Tumê diyar dike ku dewleta Tirkiyê dixwaze ku wê herêmê bixe bin dagirkeriya xwe de. Hate desnîtşan kirin ku dibe ku Îdilibê têkeve herêmên kêmkirina şer"Agirbesît". Herêmên di bin dagirkeriya çeteyên bi navê Dir El-Firat û çeteyên operasiyona Xisin El-Zeytpn bibin yek.

Çalakvanan destnîşan kirin ku ev yek niyeta Tirkiyê îlankirina Heyva El-Sunî ji aliyekî ve û guhertina demografiya herêmê ji aliyekî din ve diyar dike.

(bx)

ANHA